Şengal ji xewa mirinê rabû

Sêşem 6 Tebax 2024 - 03:05

  • Gelê Şengalê piştî êşa giran a fermanê ji xewa mirinê rabû. Li Şengalê edî tovê fikir û ramanê Rêber Apo hatiyê çandi. Şengal yek ji nirxên herî girîng a Netewa Demokratik e. Bi Ezdayetiya li gorî cewhera civaka Kurd a resen, mina goşt û neynok bû yek. Lewma dawiya vê fermanê ji hemû fermanên din cûdatir e û naşibe yên din. Ji ber di dawiyê de rêxistinbûn, berxwedan, parastina cewherî û têkoşîna azadiya jinê heye.

MUNZUR GOŞKAR

Civaka Êzidî ji ber baweriya xwe her tim bû hedefa êrîş û komkujiyan. Piraniya fermana van komkujiyan bi armanca tinekirin û belavkirina civaka Êzidî bû. Fermana dawî ya 3’ê Tebaxa 2014’an jî bi eynî armancê pêk hat. Li Şengalê berî vê fermanê bi qasî nîv milyonî Êzidî dijiyan. Li herêmên din yên Kurdistanê jî gelek Êzidî dijîyan, lê belê di encama zext, komkujî û qirkirinan de piraniya wan koçber bûn. 

Her çend Şengal ji bo dîrokê û gelê Kurd xwedî girîngiyek mezin e jî, gelên cîhanê bi fermana dawî Şengalê nas kirin. Civaka Êzidî jî gelek ferman hatibûn ser wan, çîrokên bi êş bihîstibûn, lê difikirîn ku ew pêvajo êdî berbas bûne. Xetereyên êrîşan her hebû, lê ti carî bawer nedikirin ku di asta qirkirinê de dîsa bi êrîşekê re rû bi rû bimînin. 72 fermanên ku li ser Êzidiyan hatibûn meşandin di civakê de birînên kûr vekiribûn, her tim behsa wan dihate kirin, lê belê belgeyên van yên nivîskî û dîtbarî yên berbiçav jî di destê wan de tine bûn. Ev bi hemû hûrgiliyên xwe di bîra civaka Êzidî de cîh girtibû û xwe gihandibû heta nivşên dawî. 

Şengal koka neteweyî ye

Şengal, ji bo gelê Kurd kok e, rayê herî resen, herî qedîm ê netewî ye. Gelê Kurd êrîş li ser bêne kirin û were asîmîlekirin jî heta ku Şengal wî cewherê xwe biparêze û têkoşîn hebe dikare careke din li ser vî rayî şîn bibe. Dikare li kokê xwe, cewhera xwe vegere. Li zimanê xwe, li bîr û bawerî, çanda xwe, li hemû nirxên civakî ku pirraniya wan li Şengalê xwerû mane û hebûna wê hatine parastin vegere. Şengal bi van taybetmendiyên xwe nûnertiya çanda resen ya Kurdan dike. 

 PDK û Tirkiye hevkarên sereke ne

Ev taybetmendiyên ku em rêz dikin, di heman demê de sedemên êrîşên li dijî Şengalê û fermana dawî ne jî. Êrîşên dewleta Tirk yên îro û polîtîkayên ku îro li dijî Şengalê tên meşandin jî hevkarên DAIŞ’ê yên di vê fermanê de eşkere dikin. PDK ya ku roja fermanê ji Şengalê reviya, dewleta Tirk ku îro êrîşên xwe yên li ser Şengalê dewam dike hevkarên sereke ne. Lê hemû hêzên ku îro naxwazin vîna gele Şengalê nas bikin û ji bo civaka Êzidî belav bikin, koçber bikin û Şengalê vala bikin di nav hewldanan de ne, hevkarê vê fermanê û polîtîkayên dijber yên pirr alî ne. Lewma em nikarin êrîşên li dijî Şengalê ji polîtîkayên îro yên li herêmê û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku navenda wê li Kurdistanê ye qut binirxînin. Ji ber planên hêzên serdest yên li ser Rojhilata Navîn, Şengal xwedî girîngiyeke mezin e. Tevî vê yekê deşta Nînovayê ya Êzidxanê ku di navbera sê welatan de ye, bi erdnîgariya xwe gelekî stratejîk e.

Di dîroka Êzîdiyan de rûpeleke nû ye

Li ser fermana ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi deste DAIŞ’ê û hevkarên wê ve pêk hat deh sal derbas bûn, lê şopên wê gelekî kûr û zindî ne. Hem di hest, hem di jiyanê de berbiçav in. Li kû derê bin, kî bin û di kîjan temenî de bin her di bîra wan, di dilê wan, di jiyana wan de ye. Lê di heman demê de pêvajoya piştî fermanê ji bo gelê Êzidî pêvajoya guherîn û veguhêrînê ye jî. Em behsa berîya fermanê û piştî fermanê dikin û ev du qonaxên gelekî cuda ne. Di dîroka Êzidiyan de rûpelekî nû ye. Di fermanên din de jî êrîşên herî dijwar li hemberî jinên Êzidî pêk hatibûn. Hema di her fermanê de hatin revandin, hatin firotin, hatin kuştin û destdirêjî li wan kirin. Lê tevî van êrîşan jinên Êzidî ti carî teslimiyet qebûl nekirin. Tim liber xwe dan û gelek ji wan jî ji bo nekevin destê dijmin xwe ji zinaran avêtin xware. 

Teslîmîyet qebûl nekir 

Tevî hemû fermanan civaka Êzidî jî serî netewand û dev ji cih û warên xwe berneda. Piştî her êrîş û komkujiyê jî siya şûrê dijmin hebû, lê tevî gefa kuştinê berê xwe nedan koçberiyê. Teslîmiyet qebûl nekir û li ser xaka xwe man. Ev gelekî girîng e, lê belê fermana dawî nîşan da ku ji bo civaka Êzidî hebûna xwe dewam bike, tenê di warê fizîkî de parastin têr nake. Tevî parastina xaka xwe û hebûna fizîkî divê rêxistinbûna xwe jî xurt bike, karibe bi hêza xwe ya cewherî li ser lingan bimîne û pêşengên civaka xwe amade bike. Hêzên desthilatdar ji ber di van mijaran de lewaziyên civakê dîtin her tim xwestin civaka Êzidî bê hêz bihêlin, vîna wan bişkênin û tifaqa wan parçe bikin. 

Tenê li Şengalê dikarin xwe biparêzin

Lê xelkê Şengalê piştî fermanê kete wê ferqê ku eger van aliyên lewaz xurt neke, wê her tim rê li ber xetereyan vebike. Lewma piştî fermanê wekê gava pêşîn rêxistinbûna xwe ava kir û parastina xwe ya cewherî xurt kir. Çiyayê Şengalê dîsa ji xwe re weke stargeha herî bi ewle dît û bi vê sekna xwe ya bi rûmet li Êzidxanê jiyaneke nû afirand. Deh salên dawî her kêlî bi têkoşînê derbas bû. Xelkê Şengalê li hemberî hemû êrîşan xwedî helwest û berxwedaneke mezin bû. Ev ne tenê bersîva fermana dawî, bersîva hemû fermanan bû. Xwedî li nirxên xwe û keda xwe derket. Ev berxwedana bi rûmet bawerî da hemû xelkê Şengalê û yên li derveyî Şengalê jî. Ev hişt ku xelkê Êzidî yên ji ber fermanê koç kirine jî bi serbilindî dîsa vegerin cih û warên xwe. Dizanîbûn ku tevî dîroka bi êş, yê ku birînên wan bikewîne, ji wan re bibe derman, wan bi hêz bike û serbilind bike warê wan, welatê wan e. Encex li Şengalê dikarin civaka xwe ji nû ve ava bikin û bi her awayî hebûna xwe biparêzin. Ew encex li Şengalê dikarin bi hêza xwe ya cewherî xaka xwe ya pîroz, gele xwe û xemû nirxên xwe biparêzin. 

Hêz û vîna veşartî derxistin holê

Hêzên derve di pêvajoya pêşiya me de jî wê hewl bidin ku li dijî Şengalê dekûdolabên xwe yên bere dubare bikin, Şengalê bixin bin serweriya xwe û dîsa li gorî berjewendiyên xwe birêvebibin. Lê belê gelê Şengalê piştî êşa giran a fermanê ji xewa mirinê rabû. Li Şengalê edî tovê fikir û ramanê Rêber Apo hatiyê çandi. Şengal yek ji nirxên herî girîng a Netewa Demokratik e. Bi Ezdayetiya li gorî cewhera civaka Kurd a resen, mina goşt û neynok bû yek. Lewma dawiya vê fermanê ji hemû fermanên din cûdatir e û naşibe yên din. Ji ber di dawiyê de rêxistinbûn, berxwedan, parastina cewherî û têkoşîna azadiya jinê heye. Di fermanê de yên herî zêde rastî êrîşan hatin jin bûn, lê bersîva herî xurt jî jin dan. Li ser mîrasa berxwedana dîrokî ya jina Kurd rabûn ser piyan, teslîmî fermanê nebûn, bi hêza xwe ya cewherî xwe bi rêxistin kirin, yekîneyên xwe ava kirin, hêz û vîna xwe ku heta niha veşartî mabû derxistin holê. Ev hêz li hemberî xetereyan mertala herî xurt e û dikarê ji hemû êrîşan re bibe bersîv. Ji bo hemû jinan û hemû gelên bindest mînaka herî berbiçav ya berxwedanê ye. Bersîva herî xurt a fermanê têkoşîna jin, ciwan û gelê Êzidxanê û xurtkirina wê ye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.