Senfoniya dengvedana 15’ê Tebaxê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 10 Tebax 2024 - 00:57

  • Koroyeke Kurdistanî ya ku ji 25 kesan pêk tê ji bo salvegera 40’an a 15’ê Tebaxê senfoniyekê çêkirin. Ji bo ku senfonî tekûztir bibe orkestrayeke navneteweyî ya ji 15 kesan pêk tê jî hazir bû ji bo koroyê.

FÎRAZ BARAN / YEKTA METÎN YILDIRIM

19'ê Tîrmehê
Serê Hezîranê
Şagirtên Egîd
Daketin meydanê
Jina Kurd bi rihê 15'ê Tebaxê
Jin Jiyan Azadî kir peyva cîhanê

Ev gotin ji aliyê helbestvan Hekîm Sefkan ve hatine nivîsandin û bûye stran. Senfoniya nû ku ji aliyê Hekîm Sefkan ve hate nivîsandin û bû stran, ji bo salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê hate amadekirin.

Piştî karê stûdyoyê ji sê mehan, aranje û qeyda senfoniyê hefteya derbasbûyî qediya û ji fermandarê pêşeng ê Pêngava 15'ê Tebaxê Egîd (Mahsûm Korkmaz) heta bi Zap û Avaşînê diyarî berxwedanê hate kirin.

Li gel koroya Kurdistanî stran ji aliyê hunermend Xelîl Xemgîn ve hate gotin. Di berhemê de koroyeke Kurdistanî ya ji 25 kesan û orkestrayeke navneteweyî ya ji 15 kesan jî amade bûn. Derhêner Serhat Hûlakû ji bo sirûda 'Dengvedan'ê dest bi amadekariya klîpekê jî kir. Tevgera Çand û Hunerê ya Kurdistanê ji bo karê qeydkirina sirûdê û amadekariya klîpê piştgiriya manewî da.

Koroya Kurdistanî, orkestra û tîma teknîkê li salona konserê ya Dêra Martin Luther a li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev kom bûn, berhem gotin û dîmen ji bo klîpê hatin girtin.

Kadroya senfoniyê 

Di nava orkestrayê de ku ji aliyê Kompozîtor Mîr ve hate birêvebirin Alan Arîf, Nûrê Dilovanî, Mûrat Bakrak û Memo Yapiştiran, her wiha muzîsyenên ji orkestra senfonî ya bajêr a li eyaleta NRW a Elmanyayê amade bûn. Di nava koroya Kurdistanî de stranbêjên navdar ên Kurd Comerd, Şemdîn, Dilovan, Nebez Ebdila, Bengî Agirî, Zozan, Beser Şahîn, Peywan Arjîn, Amed, Dilara, Ayda Kiliç, Talat Yeşîl, Kawa, Fewzî Kiliç, Welat, Ayşo Rojava û Seîd Serhed hebûn. Gulistan Alemdar ku dema zarok bû li nava HUNERKOM'ê tevlî perwerdeya muzîkê bû, Gulistan Mûsa, Leyla û Dilara ya 10 salî jî tevlî koroyê bûn. Hekîm Sefkan spasiya hemû endamên koro, orkestra û tîma teknîkê kir. Her wiha ji ber ku mijar Egîd û şehîd bûn teknîk, koro û orkestra bi baldarî nêzî karên xwe bûn û bi cidiyeteke mezin karê xwe birin serî.

Dengvedana Tebaxê ya bi tîn

Senfoniya 'Dengvedan'ê wê 15'ê Tebaxa 2024'an di salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê de bê weşandin. Beşek ji gotinên senfoniya 'Dengvedan'ê bi vî rengî ye:

Giyan û vîn a li Zapê
Li Avaşîn
Dengevdana tebaxê ye
Dengvedana bi tîn

Rastiya wê berxwedan e
Éş û jan e
Ji mệj ve tê, tê ji dûr
Weha nivisîn ev xwebûn

Ne neyar ne hevalên wan
Nekarîn bişîkînin vîna me
Tîna me ji tebaxê tê ji agir

Warê me bû
Yê me ye
Dimîne warê me
Warê me
Dimine warê me

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.