Semiyanek li pey xwe hişt
Pêncşem 14 Îlon 2023 - 00:04
Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber wefata hunermendê Kurd Beytocan peyameke sersaxiyê weşand.
Di destpêka peyamê de hate gotin, "Em Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya KNK’ê, ji ber wefata hunermendê Kurd Beytocan xemgîniya xwe diyar dikin. Beytocan semiyaneke hunerî li pey xwe hişt. Ew li asîmanê hunera gelê Kurd stêreke geş bû û diçirisî. Ew evîndarê gelê xwe û xemxwirê welatê xwe bû. Em bawer dikin ku wê şewqa hunera wî cîhana hunermendiya gelê Kurd û Kurdistanê ti caran bê ronahî nehêle."
KNK'ê sersaxî ji gelê Kurd û Kurdistaniyan, ji dost û hezkiriyên wî re, ji malbata wî re xwest.
Ew ê li Stockholmê bê veşartin
Cenazeyê hunermendê kurd Beytocan wê îro bi merasîmekê li ser wesiyeta wî li Stockholmê bê veşartin.
Hunermendê kurd Armanc ji ajansa Mezopotamya re ragihand ku ew ê li ser daxwaz-wesiyeta dawî ya Beytocan cenaze li Stockholmê bê veşartin û anî ziman ku ew ji bo merasîma cenaze amadekarî dikin û wê îro were definkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN