Sembola Kobanê şehîd bû

Çarşem 16 Cotmeh 2024 - 03:00

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Apê Nemir eşkere kir. Berfirehiya daxuyaniya YPGʹê wiha ye:

"Pêvajoya ku bi Bihara Ereban a sala 2011’an dest pê kir, li Rojava veguherî qonaxeke şoreşgerî. Berxwedana herî sembolîk a vê şoreşê ku bi berxwedana hevpar a gelan pêk hat, Kobanê bû. Bi berxwedana Kobaniyê re hemû gelên cîhanê dîtin ku hîna jî hêzeke dînamîk heye li dijî zilmê û dijminên mirovahiyê şer dike. Tevî ku bi rêxistineke hov a weke DAÎŞ’ê re rû bi rû mabû jî, gelê Kobanê bi şervanên xwe re bêyî kêliyek dudilî bijî ta ku bigihîje serkeftinê şerekî bêeman meşand. Yek ji wan jî bû sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir bû. Xelîl Osman Hemê bi nasnav Apê Nemir di sala 1950’î de li gundê Dihapê yê Kobanê ji dayik bûye. Piştî sala 1980’î Rêber Abdullah Ocalan nas dike. Piştî ku Rêber Ocalan nas kir, êdî weke welatparêzekî çalak ê tevgera azadiya Kurd dixebite. Apê Nemir zewicî bû û 6 zarokên wî hene. Zarokên xwe jî bi hestên welatparêziyê mezin dike. Hem ew hem jî malbata xwe di hemû qadên tevgera azadiya Kurd de di xebatan de cih digirin. 

Tevî zarokên xwe li berxwe da

Berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya şervanên YPG-YPJ’ê weke şerê gel di dîrokê de cihê xwe girtibû. Apê Nemir jî ji roja destpêkê ve cihê xwe di nava berxwedanê de girt. Tevî hemû israra şervanan jî bajar neterikand. Apê Nemir ê ku di berxwedana Kobanê de ji ling û milê xwe birîndar bû, bêyî ku tedawiya xwe ya li Pirsûsê temam bike dîsa vegeriya çeperên berxwedanê. Tevî hemû şert û mercên dijwar û temenê xwe yê mezin jî li gel şervanên azadiyê venaqete. Zarokên wî jî mîna Apê Nemir heta kêliya dawî ya berxwedanê cihê xwe di nava têkoşînê de girtin. Kurê wî Osman di Hezîrana 2015’an de di êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê de şehîd bû. Tevî her tiştî jî Apê Nemir û malbata wî cihê xwe di nava têkoşînê de girtin. Heta nefesa xwe ya dawî ji bo gelê xwe têkoşiya. Apê Nemir bû sembola berxwedana Kobanê. Apê Nemir bi kevneşopiya bi berxwedana xwe ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya mirovahiyê ya cîhanê bû berxwedêrekî mînak. Navê xwe weke sembola welatparêzî û dilsoziya ji bo xak û gelê xwe di dîroka azadiyê de nivîsand. Ji ber şehadeta Apê Nemir em sersaxiyê di serî de ji malbata wî ya hêja û welatparêz re û ji hemû gelê xwe yê berxwedêr û welatparêz re dixwazin. Weke şervanên azadiyê yên ku destkeftiyên şoreşê diparêzin em soz didin ku em ê kevneşopiya berxwedanê ya Apê Nemir heta dawiyê biparêzin.

Merasima bi heybet

Li aliyekî din bi merasîmeke bi heybet li goristana şehîd Dîcle Apê Nemir spartin axê. Piştî deqeyek rêzgirtinê Endamê Fedrasyona Gaziyên Şer ê Kantona Firatê Ismaîl Elî axivî û got: "Bi temenê xwe yê mezin soz bi vê axê da û heta dawiyê li ber xwe da. Em jî weke gaziyên şer soz didin ku em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û heta dawiyê bi ruhê hevaltî li ber xwe bidin." Li ser navê Meclîsa Jinan a Kantona Firatê Leyla Ehmed jî anî ziman ku berdêla vê dozê pir girane û got: “Em ê berdêlê bidin û azadiyê misoger bikin. Ev rastiye, bila her kes bizanibin madem berxwedanî heye tu kes nikare li hemberî me bisekine. Di nava şerê Kobanê de dema ku Rêber Apo seferberî îlan kir, Apê Nemir jî ji destpêkê ve di nava berxwedaniyê de cih girt.” Ji Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Kantona Firatê Îsmaîl Îsmaîl axivî û wiha got: “Em ê şopdarê Apê Nemir bin. Apê Nemir bi welatparêziya xwe xwedî li Kobanê û gelê xwe derket. Di berxwedaniyê de cihê xwe girt û li hemberî hovîtiya dagirkeriyê li ber xwe da. Xalê nemir bû mînaka berxwedaniya Kobanê ya Sedsalê."

Em ê kezeba xwe feda bikin

Hevjîna Apê Nemir Şemsê Mihemed jî got: “Qelenê vê dozê kezeba me ye û em ê kezeba xwe û zarokên xwe jî ji bo azadiyê bikin feda. Dema ku min parçeyek ji kezeba xwe da min zanîbû ku ez ê hîna jî ji bo vê dozê bidim û ne poşmanim. Apê Nemir her digot divê em xwedî li şehîd û Rêberê xwe derkevin. Em di rêya rast de diçin." Piştî axaftinan wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeya dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.