Selat ul-dizî

Yekşem 4 Çiriy 2020 - 17:00

  • Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik, ji bo Waliyê Qersê Turker Oksuz ê li ber şaredariyê Qersê nimêj kiribû, got, “Ev rêûresma têgihiştina fetihkirinê ye. Bi vê têgihiştinê can, mal û milkên kesên weke dijmînên xwe dibînin, ji xwe re helal dibînin.”

MEHMET ASLAN
MA/STENBOL

Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik, ji bo Waliyê Qersê Turker Oksuz ê li ber şaredariyê Qersê nimêj kiribû, got, “Ev rêûresma têgihiştina fetihkirinê ye. Bi vê têgihiştinê can, mal û milkên kesên weke dijmînên xwe dibînin, ji xwe re helal dibînin.”  
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen 25’ê Îlonê, di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatibû binçavkirin û 2’yê Îlonê jî hatibû girtin. Piştî girtina Bîlgen, Waliyê Qersê Turker Oksuz weke qeyûm tayînî cihê wî hat kirin. Karê pêşî yê qeyûm ew bû, çû ber şaredariyê û nimêja Înê kiribû.

Ev dizekî ye

Elîaçik li ser mijarê got: “Hûn ê kesekî bi vîna gel hatiye hilbijartin û hê nehatiye darizandin ji peywirê bigirin û li şûna wî/wê yên nû tayîn bikin. Di wê şaredariyê de keda bi hezaran mirovî heye; xebitîne û bi xebata xwe, xwe bi gel dane qebûl kirin. Lê ev hemû bi zorê ji wan tê standin. Tu jî, rojekê bi kesên bi çekdar dikeve wê şaredariyê û wî cihî xesp dikî. Ev dizî ye. Ha diziya miqam û ha diziya kaseya şaredariyê, heman tişt in.” 
 
Bi têgihiştina fethê radibin

Elîaçik, bal kişan ser nijêma qeyûm a li ber şaredariyê kir û got: “Ev xwe nîşandane û hişmendiya dagirkeriyê ye. Di AKP’ê û koalisyona wan a hevpar de ev têgihiştin serdest e. Hemû can, mal û milkên kesên weke dijmînên xwe dibînin, ji xwe re helal dibînin. Di heman demê de qetla wan wacib dikin û malên desteser dikin ji bo xwe weke xenîmet dibînin. Ev têgihiştin ne tenê li bajarên kurdan ên weke Qers, Wan û Amedê heye, dewleta heyî li her derê ji bo xwe wisan dibîne. Bi çavê xenîmetê li Meclîsê, Karê Hundir, Wezareta Dadê, nexweşxaneyan, rêyan û xizîneya dewletê dinêrin. Bi têgihiştina fetihkirinê, desteserkirinê û lihevparkirinê nêzî her tiştî dibin. Divê li hemberî van hemûyan, hemû kes bên gel hev û têkoşîna xwe ya li dijî desthilatdariyê mezin bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.