Bi pêşengiya Encûmena Gel a Binarê Qendîlê û Tevgera Azadî, malbatên şehîdan, endamên şaredariya Binarê Qendîlê û xelkê herêmê, şehîdên komkujiya Zergelê li ber Monomenta Şehîdên Zergelê hatin bibîranîn.
Merasîmê salvegera bîranînê, bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê malbatên şehîdên komkujiya Zergelê axaftin hate kirin û hate gotin;“Dewleta Tirk ya dagirker komkujiyan pêktîne û armanca wê ne tenê dagirkirina Qendîlê ye, dagirkirina her çar parçeyên Kurdistanê ye. Em weke malbatên şehîdan, tu carî Qendîlê terk nakîn, lê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şermeke mezine ku çavê xwe li komkujî û bombebaranên dewleta Tirk digire.”
Piştre peyama Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ji aliyê Seyîd Xalid ve hate dayîn û wiha hate gotin; “Divê hemû alî vê rastiyê bizanibin ku armanca dewleta Tirk ya dagirker ne tenê şerê li dijî gerîlayê azadiya Kurdistanê ye ku îro hêza yekane ya li dijî dagirkeriya Tirk şer û têkoşînê dike.Tişta ku Tirkiye dike li dijî hemû zagonên mirovahî û navnetewî ye, divê em dengê xwe yê nerazîbûnê bi berxwedana gelên Şengal, Mexmûr, Rojavayê Kurdistanê û hemû azadîxwazên li dijî dagirkerî û qirkirina faşîzma Tirk re bikin yek.”
Hevşaredarê Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm jî axivî û got, di ser komkujiya Zergelê re 8 sal derbaz bûn, lê ji ber bêdengiya Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê êrîş û dagirkerî li ser Herêma Kurdistanê berdewam in. Bibîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.
ROJNEWS/BINARÊ QENDÎL