Şehîdên Parîsê li Başûr tên bibîranîn
Pêncşem 6 Çile 2022 - 22:30
- Bi pêşengiya RJAK’ê, şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li çend navendên Başûrê Kurdistanê tên bibîranîn.
Bi pêşengiya RJAK’ê, şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li çend navendên Başûrê Kurdistanê tên bibîranîn. Di merasîman de xelata Sakîne Cansiz wê pêşkêşê jinên têkoşer û berxwedêr were kirin.
Şehîdên Komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) di salvegera 9´an de li seranserê welat, Rojhilata Navîn û derveyî welat bi girseyî tên bibîranîn. Bi çalakiyan daxwaza cezakirina sûcdaran ji Fransayê tê kirin.
Jinên Başûrê Kurdistanê jî weke her sal, îsal jî wê şehîdên Parîsê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) li çend navendên cûda yên Başûrê Kurdistanê bi bîr bînin.
Şemiyê saet 14.00’an li hola Xak a Silêmaniyê bi beşdariya endamên RJAK’ê, çalakvan, rewşenbîr û jinên siyasetvan, wê werin bibîranîn.
RJAK wê duşema saet 13.30’an li navenda xwe ya Kerkûkê ya li bazara Serçinarê, 3 jinên şoreşger bi bîr bîne.
Îro li Ranyayê jî bibîranîn heye.
Li gundên Binarê Qendîlê Enzê û Kozînê jî şehîdên Parîsê tên bîranîn.
Li Kelarê jî şehîdên Parîsê tên bîranîn.
SILÊMANÎ