Şehîd Zozan sembola fedakariyê ye

Duşem 29 Nîsan 2024 - 02:25

Meclisa Kongra Star  têkildarî fermandara YPJ’ê û pêşenga şoreşa jinan Zozan Hesekê (Mnewer Fatimê) ya ku 2’ê Nîsana 2024’an dema li ser erka xwe bû şehîd bû, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de têkoşîna şehîd Zozan Hesekê hat vegotin û soza xwedîderketina li mîrasa wê hat dayîn û wiha hate gotin:"Hevrê Zozan Hesekê(Munewer Fatimê) yek ji şopdarê heqîqet û azadiyê bû. Em dikarin bêjin ku heval Zozan di nav hevalên xwe de bibû sembola ked û fedekariyê. Bi qasî ji welat hezdikir, ewqasê jî bi hevalên xwe ve girêdayî bû. Hîn di salên 1990'an de tevlî partiyê dibe, diçe qada Rêbertî û xwe bi fikir û ramanên Rêbertî kûr dike û piştî wê derbasî çiyayan dibe. Piştî 22 salan li çiyê li dijî dijmin têdikoşe û dipijê, DAIŞ'a hov êrişê Rojavayê welat dike, heval Zozan li hemberî vê hovîtiyê xwe nagre  û derbasî Rojava dibe, ew li Kobanê jî tevlî cenga azadiyê dibe. Di her alî dî xwe ji hevalên xwe re dike mertal û bi awayekî bêhempa û bê tirs li ber xwe dide. Dilnizim bû û miroveke ji aliyê gel ve dihat heskirin. Pir xwezayî bû û xwedî kenekî azad bû. Ew jî yek ji lehengên Kobanê bû, ew hevala Arîn û Barînan bû. Ew sembola çiyayê Miştenûr bû.

 Ji Kobanê dest pê dike û bihost bi bihost li welat têdikoşe, di qada perwerde, leşkerî û civakî de kar û xebat dike. Taybet jî di nav KPC'ê de kar û xebatekî gelekî giring da meşandin, ew bû mamosteya mamosteyan, ji bo nifşekî nû were avakirin, mamoste perwerde dikir. Îro em wekî Rojava deyndarê heval Zozan in. Wê bi dil û can di rizgarkirin û ji nû ve avakirina Rojava de cihê xwe girt. Em wekî hevrê û jinên rêxistinê li hemberî bîranînên wan bejna xwe ditewînin  û ji hevrê û malbata bi rûmet re sersaxiyê dixwazin û dibêjin ku heta dawiyê em ê wekî Kongra Star di rêya wê de bimeşin û xwedî li mîrasa wê derbikevin. "

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.