Şehîd Fûat li vî gundî bû

Sêşem 3 Hezîran 2025 - 03:40

  • Berî 30 salan şehîd Alî Haydar Kaytan serdana malbata Ebdulkerîm Edbo ya li gundê Ebidselam li gundewarên Serêkaniyê kiribû. Lê bîranînên wê serdanê hîna di dilê malbatê de zindî ne.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di daxuyaniya kongreya xwe ya 12`an de ku li ser vexwendina Rêber Abdullah Ocalan pêk hat, şehadeta her du kadroyên xwe yên pêşeng û damezrîner Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn ragihand û destnîşan kir ku têkoşîna wan wê di bîranîna gel û berxwedana gel de zindî bimîne. 

Malbata Ebdulkerîm Ebdo ya ji gundê Ebidselam ê Serêkaniyê û niha ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, niha li bajarê Qamişlo dijî. Di sala 1995’an de şehîd Alî Haydar Kaytan (Fûat) serdana wê malbatê kiribû û bi hev re wêneyek kişandibûn.

Ebdulkerîm Ebdo bîrdana xwe dadweşîne û hûrgiliyên serdanê wekî ku duh qewimî bi bîr tîne: "Dema min ew cara pêşî dît, ez pê hesiyam ku em li pêşberî mirovekî cihê ne, pêşengekî navdar, lê ji wilo zêdetir, ew kesek dilgerm bû, rûliken  û dilnizm bû, û di heman demê dihişt ku mirov zû bi wî bawer bike, mirovekî diltenik û dilnerm bû."

Di heman demê de komek kadroyên PKK`ê li wî gundî perwerde dibûn. Şehîd Fûat û xwediyê malê Ebdulkerîm Ebdo jî li nava gund geriyan û dîtin çawa şêiyên gund cihê perwerdeyê diparêzin da ku kes cihê wan nizanibe. Ebdo axaftina şehîd Fûat yê wê demê tîne bira xwe: "Malbatên wiha têkoşer, hêjayî ne  ku mirov xwîna xwe ji bo wan feda bike. "

Sadiya Beşîr, hevjîna Ebdulkerîm, bîranîneke xwe bi şehîd Fûat re vedibêje: "Min li mitbaxê xwarin amade dikir, wî ji min pirsî, ‛Tu perwerdeyê distînî?’ Min jê re got, 'Ez xwediya malê me, ez jî perwerdeyê distînin. "

Ew kêlîk ne tenê henekek derbasbûyî bû, lê belê têkiliya xwezayî yan jinan û şoreşê nîşan da. Sadiya wiha dewam kir: "Me bi hev re wêneyekî ji bo bîranînê kişand û wî jî soz da ku dema vegere çiyê, ew ê wêneyek ji me re bişîne û soza xwe bi cih anî. Ev Alî Haydar Kaytan e yê ku nayê jibîrkirin, ku em fêr kirin çawa hezkirina welat û rûmetê li ba zarokên xwe biçînin. "

Bihîstina nûçeya şehadeta şehîd Fûat ji bo malbatê nûçeyeke biêş bû. Gulnaz Derwîş, xwişka Ebdulkerîm û mamosteya zimanê Kurdî, wiha got:"Mala me her tim ji kadroyên azadiyê re vekirî bû, her kesê ku ji çiyayan dihat mala me jê re vekirî bû. Wan hêz û îradeyek bêsînor dan me û hiştin ku em bibin parçeyek ji vê şoreşa ku heta niha didome."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.