- Bêrîvan Aslanê got, zimanê sefîrê Tirk ê Viyanayê Ozan Ceyhûn ne tenê parçe dike, lê her wiha xelkê li dijî wê sor dike.
Sefîrê dewleta Tirk ê Viyanayê Ozan Ceyhûn di bernameyeke televîzyonê de helwêsta xwe ya li dijî Kurdan li Awusturyayê careke din bi daxuyaniyeke mîna skandalê nîşan da. Gava di bernameya televîzyonê de pêşkêşvan got, 4 kesên ji Tirkiyeyê ketin meclîsa eyaletê ya Viyanayê, sefîr Ozan Ceyhûn got, na 3 ne. # xwe ji Tirkiyeyê dihesibînin. Bi vê yekê wî kurdbûna Bêrîvan Aslan û xwedîderketina wê ya li kurdbûnê weke sedema newelatîbûna Tirkiyeyê û cografyayê wê dît. Sefîr gava pêşkêşvan dibêje, "lê bi giştî çar in" ew wiha lê vedigerîne, "Na, sisê ne. Yek jê…"
Ev "yek jê" ya cudakeriyeke eşkere ye. Bêrîvan Aslan li ser tehlûkeya eşkere ya MÎT´ê ku pîlan kiriye wê bikuje, bi mehan e ku 24 saetên rojê polêsê Awusturyayê wê diparêze. Tevî vê gunehê xwe jî, li şûna şermekê, eybekê, eynî weke gotina Kurmancî ya "eyarê bênamûsan fireh e" van gotinên deqkirinê bi kar tîne.
Bêrîvan Aslanê di ser hesabê xwe yê twitterê bersiv da sefîr û got, ev helwêsta wî hîç li sefîrekî nayê û bi bîr xist ku ji tirsa pîlana MÎT´ê ya kuştina wê rayedarên Awusturyayî ji mehan ve wê 24 saetan her doparêzin. Wê got, zimanê sefîr ne tenê parçe dike, lê her wiha xelkê li dijî wê sor dike.
VIYANA