- Ji bo hilbijartina 14´ê Gulanê ya Tirkiyeyê, ji bo ku hilbijêrên derveyê Tirkiyeyê dengê xwe bidin Partiya Kesk a Çep, li seranserê Ewrûpayê seferberî hatiye ragihandin. Mîtîng, şahî, civîn û xebatên din jî bûn rûyê vê seferberiyê.
Li seranserê Ewrûpayê nexasim xebatên hilbiajrtinê yên partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Partî) dewam dikin. Li Elmanyayê ji paytext Berlînê heta bi Munchena li başûr mîtîng ûş vekirinên buroyan hebûn. Li paytextên Fransa, Awusturyayê û li bajarên Swîsreyê Zurich û Lozanê jî xebatên ji bo Partiya Çep a Kesk û Tifaq Ked û Azadiyê dewam kirin. Li her derî coşa Kurdan û dostên wan diyar bû.
Dilxwazên Partiya Çep a Kesk ên li bajarên Berlîn, Munchen, Kiel, Wuppertal, Dusseldorf, Karlsruhe, Stuttgart û Krefeldê yên Elmanyayê, mîtîng li dar xistin, buroyên nû yêîn hilbijartinê vekirin û dezgeh danîn. Wan bang li her kesî kir da ku dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.
Dema têkbirina Erdogan e
Bi nêzbûna hilbijartinên li Kurdistan û Tirkiyeyê, li Elmanyayê jî tê hîskirin. Di çarçoveya hilbijartinan de, li paytexta Elmanya Berlînê şahî hate lidarxistin. Endamê Koordînasyona Hilbijartinê Huseyîn Yilmaz xelk silav kir û got, “Gelê Kurd wê di vê hilbijartinê de, Erdogan têk bibe.”
Piştre Hozan Kawa derket ser dikê û stranên şoreşgerî gotin.
Serokê berê yê Koma Meclîsê ya HDP’ê Ahmet Yildirim jî got, “Em dixwazin bigihîjin hejmareke ku zorl li guhertinê bike. Lewma daxwaza 100 parlamenteran, ne bê plan e. Ev firsendeke dîrokî ye.”
Piştre Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu got, “Partiya Çepên Kesk divê xwedî hejmareke xurt a parlamentoyê be. Îro dem dema têkbirina Erdogan e.”
Namzeta Partiya Çepên Kesk a Herêma 2’emîn a Stenbolê, Menekşe Kizildere jî cejna xelkê pîroz kir û got, roj roja tinekirina faşîzmê ye.
BERLÎN
Li başûrê Elmanyayê buroyên hilbijartinê
Tifaqa Ked û Azadiyê li bajarên başûrê Elmanyayê Stuttgart û Karsruheyê buroyên hilbijartinê vekirin, li Munchenê jî şahiya hilbijartinê li dar xist.
Tifaqa Ked û Azadiyê, li Stuttgartê buroya hilbijartinê vekir. Nûnerên partiyên siyasî ên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê ya Stuttgartê de ne jî di vekirina buroyê amade bûn.
Hevberdevka Platforma Ked û Azadiyê ya Stuttgartê got, “Em xelkê li derveyî Tirkiyeyê, em ê dawiyê li vê desthilatdariyê û vî dîktatorî bînin. Bi dengên li derveyê welêt, em ê dawiyê li rejîma yekzilamî bînin.”
Parlamenterê berê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî got, “Em ê vê carê, ji carên din bêhtir parlamenteran derbixin û bikevin parlamentoyê.”
Platforma Partiya Çepên Kesk a Munchenê bi beşdariya siyasetvan Necdet Atalay şahiyek li dar xist. Hevserokê FED-GEL'ê Saît Ozturk li şahiyê bal bire ser girîngiya dengê hilbijrên li welatên Ewrûpayê: "Mal bi mal divê kar bê kirin, kesên îqna nebûne, divê bê îqnakirin."
Necdet Atalay jî girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê bi bîr xist û bang li her kesî kir da ku ji bo Partiya Çepên Kesk dengê xwe bidin.
Li bajarê Karlsruhe jî bi beşdariya Kurdan û dostên wan li avahiyeke Die Linke, buroya hilbiajrtinê hat vekirin.
Li gelek bajaran dezgeh danîn
Dilxwazên Partiya Çep a Kesk, li bajarên Elmanyayê Kiel, Wuppertal, Krefeld û Dusseldorfê dezgeh danîn.
Dezgeha li Kileê li Europlatzê hat danîn. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kielê, reklam û afîşên danasînê amade kirin, bang li Kurdan û Tirkiyeyiyên li Kielê kir da ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.
Li Wuppertalê jî li Haûptbahnhofê dezgeh hat danîn. Li vir gelek belavok hatin belavkirin û ji hilbijêrên ji Tirkiyeyê hat xwestin dengê xwe bi kar bînin û Partiya Çep a Kesk jilbijêrin.
Li Krefeldê jî nûnerên EMEP û DÎDF’ê yên ku di Tifaqa Ked û Azadiyê de, konekî agahdarkinê vedan. Wan xwest hilbijêr di navbera 27´ê Nîsanê û 9´î Gulanê de li Ewrûpayê dengê xwe bi kar bînin.
Li Dusseldorfê, li Konîgshalleyê bi pêşengiya dilxwazên Partiya Çep a Kesk dezgehê agahdarkirinê hat danîn. Gelek belavok hatin belavkirin. Kesên li derdorê elaqeyeke mezin nîşan da û di demeke kurt de li dora dengzehê şahiya hilbijartinê çêbû.
Tifaq wê biguherîne
Tifaqa Ked û Azadiyê li paytexta Fransayê Parîsê, mîtîng li dar xist û ev peyam da: “Em ê te nekin serokkomar, em ê bi hev re biguherînin.”
Li Meydana Republiqueyê, bi hezaran kesên dilxwazê tifaqê, hatin ba hev.
Destpêkê Vedat Bîngol li ser navê Koordînasyona Hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê ya Parîsê bang li gel kir da ku ji bo kar û xebatên dengdayînê ji 27’ê Nîsanê û pê ve biçin ser sindoqan.
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk, Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi awayekî bi dîmen tevlî mîtîngê bû û peyama, “Em ê veguherandinê bi hev re bidin destpêkirin” da.
Namzetê parlamenteriyê yê Amedê, Berdan Ozturk jî siyasetvanên Kurd ên li Parîsê şehîd bûne, bi bîr anîn û paşê got, “Ji bo desthilatdariya AKP-MHP’ê ya 21 salan bi dawî bibe, îradeya gel wê bibe çareserî. Navnîşana çareseriyê li Îmraliyê ye.”
Deza Amed, Kewana Zêrîn û Farqîn Azad jî derketin ser dikê û mîtêng veguherandin şahiya hilbijartinê.
PARÎS
Divê em seferber bibin
Li Awusturyayê xebatên hilbijartinê bi civînên gel ên girseyî dewam dike. Li paytexta Awusturyayê Viyanayê bi tevlîbûna parlamenterê HDP’ê yê Amedê, Garo Paylan civîn hate lidarxistin. Di vekirina civînê de Qirkirina Ermeniyan a di 24’ê Nîsana 1915’an de hatibû kirin, hat lenetkirin û ji bo bibîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê û qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan rêz hate girtin.
Piştre Garo Paylan got, “Her dengê ku hûn bidin, wê deriyên azadiyê veke. Ji bo wê yekê divê em seferber bibin.”
VIYANA
Li Swîsreyê mîtîng û şahî
Tifaqa Ked û Azadiyê li Zurichê mîtîngek ji bo hilbiajrtina 14´ê Gulanê li dar xist, li Lozanê jî civîneke gel li dar xist.
Şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî li meydana Rathausbrucke ya Zurichê ji bo piştevaniya bi Partiya Çep a Kesk re, mîtîng li dar
Li ser navê saziyan pêşî Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer got, “Hindik ma em vê desthilatdariya zalim biavêjin ser sergo. Divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan jî îşaret bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan kir: “Rêber Apo bi salan e tecrîdkirî ye. Êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan dewam dikin. Divê em ji Zurichê bi xurtî bibin piştgirê xebatên hilbijartinê.”
Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Swîsreyê, li Lozanê bi gel re civiya. Hevşaredarê Amedê yê berê Firat Anli, îşaret bi girîngiya hilbijartina serokkomar di tûra yekemîn de û biserketina Tifaqa Ked û Azadiyê kir û got, “Ji bo bibinxistina vê pergala ceberûd, gel wê teqez biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Divê em hemû dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”
Li ser navê Koordînasyona Hilbijartinê ya Lozanê, Mehmet Sutçu jî got, hilbijêrên li Swîsreyê, ji 29’ê Nîsanê heta 7’ê Gulanê saet ji 09.00 heta 21.00’ê karibin dengê xwe bidin.
Koordînasyona Hilbijartinê, her wiha li 13 navendan li nav malan digere.
23’ê Nîsanê roja Yekşemiyê, wê li Solothûrn, Aaraû, Cenevre û Bernê ku bajarên Swîsreyê ne, civîn bi gel re bên kirin. Siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê wê di civînan de biaxivin.
ZURICH/LOZAN