Seferberiyê bidin destpêkirin

Sêşem 30 Tîrmeh 2024 - 00:53

Têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a bi hevkariya mala Barzanî re, Berdevkê Navenda Çand û Hunerê yê Rojhilatê Kurdistanê yê li Ewropa Hunermend Hemîd Urmiye axivî û got:“Em hunermend hemû bi hev re biryarekê bidin ku seferberiyekê li Başûrê Kurdistanê bidin destpêkirin.”

Hunermend Hemîd Urmiye anî ziman ku dewleta Tirk bi hinceta hebûna PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê bi salane êrişî Başûrê Kurdistanê dike û got:“Gelek ciwanên Başûrê Kurdistanê bi taybet yên li gundên ser sînorê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de tên şehîd kirin, lê gel bê helwest e. Di vî aliyî de berpirsyartiyek dîrokî dikeve li ser milê gelê Başûrê Kurdistanê ku bi taybet bi salên dirêj li himberî rejîmekî wek ya Baas li ber xwe daye. Li vê derê berpirsyatiya mezin dikeve li ser milê Hunermendên Kurd, bi taybet hunermendên welatparêz yên ku dilê wan ji bo doza azadiyê lê dide. Ji bo vê ez dibêjim ji niha ve erkekî dîrokî dikeve li ser hemû hunermendên Kurd, lê ne tenê hûnermend, mamostayên olî, helbelbestvan, sînamevan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd, yanî dikeve li ser milê hemû beşên civakê yên li Kurdistanê. Bi rastî yê ku xwedî li hevdû derbikeve dîsa em bixwe ne.”

Hunermend Hemîd Urmiye di dewiya axaftinên xwe de bi bîrxist ku pêwîste ew wek Kurd vê yekê bizanibin ku mebesta dewleta Tirk ne tenê Başûre, PKK û YNK ye, armanc dagirkirina giştî Kurdistanê ye û ev bang kir:“Em hunermend hemû bi hev re biryarekê bidin ku seferberiyekê li Başûrê Kurdistanê bidin destpêkirin, em daxwaz li hêz û aliyên siyasî bikin ku dawî li hevkariya bi dagirkerên Tirk re bînin.”

ANF/XURBET TALLÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.