Sefera Viyanayê li dijî Kurdan

Nûçeyên Dîaspora

În 25 Îlon 2020 - 03:00

  • Sîxurekî MÎTʼê yê bi navê Feyyaz Ozturk beriya 10 rojan yanî 15ʼê Îlonê teslîmî meqamên Awusturyayê dibe û agahiyên pîlanên sûîqestên li dijî siyasetvanên Kurd û Awusturyayî eşkere dike.

Beriya niha faşîstên tirk li paytexta Awusturyayê Viyanayê êriş biribûn ser çalakgerên çepgir û jinan. Meha Hezîranê van êrişan bi rojan dewam kiribû. Hingê dewleta Awusturyayê di asta hikûmetê de gotibû, li pişta faşîstên Tirk rêxistineke weke dewletê yan jî rêxistineke eskerî heye. Encama lêpirsîna hatî despêkirin, 1ʼê Îlonê hat eşkerekirin. Hingê Wezîrê Karê Hundir ê Awusturyayê Karl Nehammer dabû zanîn ku destê îstîxbarata Tirk di bûyeran de heye û sîxureke MÎTʼê jî li xwe mikur hatibû ku dewleta Tirk ew wezîfedar kiriye. Hingê hikûmeta Awusturyayê dewleta Tirk hişyar kiribû. Lê niha derket holê ku sîxurekî MÎTʼê yê bi navê Feyyaz Ozturk beriya 10 rojan yanî 15ʼê Îlonê teslîmî meqamên Awusturyayê dibe û agahiyên pîlanên sûîqestên li dijî siyasetvanên Kurd û Awusturyayî eşkere dike. Bi qasî ku ji agahiyên eşkerebûyî diyar e, ev sîxurê hanê ji ber ku tirsiyaye dewleta Tirk piştî êrişan lê xwedî dernekeve, teslîm bûye. Lê tişta din a diyar ew e, ji bilî siyasetvan û akademîsyena Kurd Berîvan Aslan lîsteyeke kuştina 3 siyasetvanên din ên Awusturyayî jî heye. Wisa xuya ye ku dewleta Tirk sefereke duyem li dijî Viyanayê hazir kiriye û ev sefer li dijî Kurdan e.

Herî kêm li dijî 5 kesan

Doz niha li ber destê îstîxbarata Awusturyayê (Bundesamt für Verfassungsschutz) e. Feyyaz Ozturk 15ʼê Îlonê teslîmî Îstîxbarata Ezaletê ya Viyanayê dibe. Feyyaz Ozturk fermî ajanekî MÎTʼê yê teqawît, lê ew di heman demê de di dozên muhim ên li Tirkiyeyê de yan şahid e yan jî şahidê veşartî ye. Mesela di doza li dijî xebatkarê sefareta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li Stenbolê, ew şahid bû.
Gava teslîm dibe di îfadeya xwe ya yekê ew navê hedefên suîqastê nade. Lê di îfadeya diduyê de ew navê hedefan jî dide û di nava van navan de siyasetvan, parlamnetera federal a berê ji partiya Keskan Bêrîvan Aslan jî heye. Wekî din kevneparlamenterê federal Peter Pilz, û kevneparlamenterên din hene yek ji Partiya Keskan ê din ji sosyal demokratan (SPO).

Weke tohmetbar îfade da

Dozgeriyê îfadeya vî sîxurî weke tohmetbar girtiye. Ew ji çend mehan ve li Awusturyayê bûye. Beriya bê Awusturyayê li Belgradê zilamekî MÎTʼê wezîfeya sûîqesta li dijî Bêrîvan Aslan didiyê. Li gorî wî, wezîfe ne illeh kuştin bûye, ya muhim mirov peyamekê bide Bêrîvan Aslanê. Li gorî agahiyên dide plana sûîqestê li gelek kesan hatiye kirin û di nava vê meseleyê de gelek sîxûrên MÎTʼê hene.
Ji hedefan Peter Pilz gelek caran ji ber tevna sîxûrên MÎTʼa Tirk li Awusturyayê û çalakiyên wê rayedarên welatê xwe û raya giştî hişyar kiribû.
Heman roja ku vî sîxurî xwe teslîm kirî, Polîs agahî gihand Bêrîvan Aslan û ji hingê ve Bêrîvan Aslan tê parastin. Di vê îfadeya pêşî de rayedarên Awusturyayê "Zena komployeke krîmînal" kiriye.
Rojnameyeke Elman li ser mijarê ji sefareta Tirk a Viyanayê pirsî û seferatê got, rayedarên Awusturyayê bi ti awayî agahî nedane wan.

Dibe ku sîxur gelek bin

Feyyaz Ozturk di îafdeyê de dibêje, heta teqawît bûye ew ji MÎT´ê re xebitiye, û ji bo "wezîfeya" suîkastê çûye Viyanayê. Li gorî îdîaya wî di vê navê de li Rimini lingekî xwe şikandiye û xeber daye MÎT´ê ku nikare çalakiyê bike. Piştî ku MÎT´ê ferman dayê ku dîsa jî çalakiyêî bike, wî biryar daye ku teslîmî meqamêîn Awusturyayê bibe.
Ka wê çî din derkeve holê, wê bi lêpirsîna bê eşkere bibe. Lêpirsîneran dest danî ser telefona destan û kompûtera vî sîxurê hanê û nexasim jî li têkiliya bi Belgradê re dipirsin.
Kovara online a Awusturyayî Zackzackê ku xwediyê wê Peter Pilz e pêşî behsa vê mijarê kiribû, nexaism jî hedefbûna Pilz. Û di wir de dihat gotin ku sîxur li benda nîşaneke ji Insbruckê bûye û ev jî nîşan dide ku dibe ku gelek sîxurên din jî ji bo suîkastan hatibin Awusturyayê.
Piştî şideta faşîstên Tirk û li pişt wan derketina holê ya dewleta Tirk, mirov bi vê sefera suîkastan a MÎT´a Tirk dikare behsa sefereke duyem a Viyanayê bike, lê vî carê sefer li dijî Kurdan e.

VIYANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.