Sefera Tirkan li dijî jinên azad

Nûçeyên Jin

Çarşem 30 Mijdar 2022 - 00:43

Di çarçoveya qirkirina siyasî ya dewleta Tirk a li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, herî kêm 14 jin hatin girtin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî TJA´yê lêpirsînek dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li Mûş, Mêrdîn, Stenbol, Amed, Edene, Sêrt, Wan, Agirî, Izmîr, Riha, Mêrsîn, Dîlok û Şirnexê polîsan avête ser 57 malan. Endamên TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê jî di navê de, ji bo 50 jinan dewleta dagirker, biryara kirina nezaretê daye.

Lêpirsîn xwe dispêre daxuyaniyên şahidên veşartî û eşkere, raporên MASAK’ê, encamên lêkolînên materyalên dîjîtal ên ku berê di serdegirtinan de hatibûn desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de li Amedê aktîvîstên TJA’yê Fîgen Ektî, Mekîye Ormanci, Dîdar Çeşme, Zekîye Guler, Bedîa Akkaya, Sûltan Esen, Hatîce Gungor, Endama Akademiya Jinê Fîgen Aras, nivîskar Meral Şîmşek, li Stenbolê Leyla Denîz, Pinar Ceylan û Yelîz Ayyildiz Kiyak, li Îzmîrê D.A. û li Mûşê jî Merve Tekîn Demîrel hatine girtin.

Derbarê lêpirsînê de biryara nepeniyê hatiye dayîn û derbarê lêpirsînê de rayedarên dagirkeran ti agahî nedane parêzeran.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.