Sefera rejîma Îranê li dijî Mehabadê

Duşem 21 Mijdar 2022 - 03:29

Li Îranê raperîn bênavber didome, lê hêzên rejîma Îranê jî êrişên xwe zêde û hovanetir dikin. Doh û pêr li bajarên Sine, Mehabad, Bokan, Xoy, Şino, Pîranşar, Serdeşt, Seqiz, Dîwandere, Merîwan, Qurwe, Kamyaran, Sehne, Pawe, Îlam, Abidanan û gelek cihên din xwepêşandan û çalakiyan dewam kir. Lê di xwepêşandanên li Mehabadê de dewletê bo hovane êriş bire ser xelkê. Derbarê hejmarên şehîd û birîndaran de ji bjar agahî nayên wergirtin, ji ber ku hem elektrîk û hem jî xetên ragihandinê li bajêr ji aliyê rejîmê ve hatine birrîn.

 

Êrişa topyekûn li dijî Mehbadê

Li Mehabadê ji serê hefteya bihurî ve çalakî li temamê bajêr belav dibûn. Li gelek deveran jî xelkê barîkad li dijî hêzên rejîmê danîn. Lê pêr êvarê hêzên rejîmê elektrîk ji ser bajêr birrîn. Piştî vê yekê hêzên rejîmê êriş birin ser xelkê bajêr. Li gorî agahiyên ji rêxistinên mafê mirovan hatine girtin, hêzên rejîmê guleya li her kesê li kolanan direşînin. Ji ber ku xetên ragihandinê û elektrîkê hatine qutkirin, agahiyên eseh ji bajêr nikarin werin wergirtin.

Li Bokanê jî hêzên rejîmê doh sibehê êriş birin ser taxa Mirabadê û zirar û ziyan dan malên xelkê û gelek mal talan kirin. 

 

Di Dîwandere 5 kes şehîd bûn

Li Dîwandereyê pêr hêzên rejîma Îranê gule li xwepêşanderan barandin, li gorî hinek çavkaniyan herî kêm 5 xwepêşander şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Sine hêzên dewleta Îranê êriş birin ser xwendekarên zanîngehê, xwendekaran li dijî hêzên rejîmê nerazîbûna xwe nîşan da.

Li Îrana navendî jî bi taybetî li zanîngehan, grev û çalakiyên xwedekaran dewam kirin. Bi taybetî li Tehran, Meşhed, Esfehan, Tewrêz, Şîra, Ehwaz û gelek bajarên din xwendekar daketin qadan.

Li bajarên Tehran, Şîraz, Esfehan, Zahîdan û gelek herêmên din jî çalakiyên dijî dewleta Îranê hatin lidarxistin. Her wiha li dijî kuştina çar zarokên di xwepêşandanên çend rojên bihurî yên li bajarên Seqiz û Îze de, Desteya Hemahengî ya Sendîkaya Mamostayan bang li her kesî kir da ku îro jî li seranserê navendên dibistanan, boykot were ragihandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.