Sedema felaketê siyaseta rantê ye

Duşem 13 Sibat 2023 - 16:52

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal bire ser biryara KCK’ê ya çalakînekirinê û got: “Divê dewlet û desthilat jî di vê serdemê de dawî li polîtîkayên şer û ewlehîperestiyê bînin.”

Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar civiya. Sancar, beriya civînê daxuyanî da.

Sancar got, “Erdhej veguherandine karesatan. Sedema ewil jî bêtevdîrî ye. Ya din jî tevdîr di dema xwe de nehatin girtin. Alîkarî di dema xwe de nehat şandin û vê jî hilweşîna heyî mezintir kir. Di bingehê karesatê de xemsarî, bêorganîzebûn û bêkoordînasyona desthilatê ye. Sedema ewilî ya vê wêraniyê, polîtîkayên talan û rantê ne. Heta niha zêdetirî 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest da û hêj gelek di bin xirbeyan de ne. Gelek cih hene ku hêj kesî xwe negihandiye wan. Di vê seqema zivistanê de gel terkî qedera xwe hate kirin. Mexdûrên erdhejê bi saya piştevaniya civakî xwe li ser pêyan digirin.

Dewleta Tirk xirabiyê organîze dike

Tevî xerabî û kirêtiya desthilatê jî, piştevaniyeke mezin a mirovahiyê li herêmê ye. Mirov xwe organîze dikin û qenciyê birêxistin dikin. Desthilat jî xirabiyê birêxistin dike. Karê herî zêde baş dikin jî ev e. Em niha bi xerabiyeke organîzekirî re rû bi rû ne.”

Wî got, li dijî vê xirabiyê, civak jî qencî û başiyê organîze dike: “Li her 6 bajarên erdhejê parlamenterên me bi gel re ne û hewl didin birînên gel derman bikin. Heta niha 60 hezar kesan serî li koordînasyona me daye. Her wiha 300 hezar peywendî hatin danîn. Hevalên me rasterast tev li xebatên rizgarkirinê bûn. Me bi 12 hezar û 322 birîndarên erdhejê re peywendî danî. Alîkariyên erzaq û alavan tê koordînekirin. Me heta niha 617 TIR, kamyon û kamyonetên alîkariyê şandine. Me 345 malbat li 26 bajarên cuda bicihkirin.”

Sancar da zanîn ku ew ê vê rewşa seferberiyê dewam bikin.

Sancar desthilata AKP´ê û berpirsiyaroya wê di felaketê de bi gotinên “AKP mezintirîn şirketa înşaetê ye” û “Ji ber efûya îmarê bi dehhezaran mirovan can da” îfade kir.

Wî her wiha da zanîn ku bi erdhejê re girîngiya rêveberiya herêmî jî derketiye holê. 

Tavilê dawiyê li siyaseta şer bînin

Sancar bal bire ser biryara çalakînekirinê ya KCK’ê û got, “Ev biryar û yên mîna wê, girîng in. Di rewşeke wiha de avakirina zemînê sekinandina şer girîng e. Bi vê wesîleyê em careke din balê dibin ser girîngiya guftûgo û muzakereyan. Divê dewlet û desthilat di vê serdemê de dawî li polîtîkayên ewlehî û şer bînin.”

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.