• Derhênerê lîstika “Haylo Dîsa Tevlihev Bû”, Nazmî Karaman got, pêkanînên bi vî rengî rê li ber Şanoya Kurdî digirin û bi vê yekê naxwazin Şanoya Kurdî bi pêş bikeve.

BAZÎD EVRAN-WELAT EKÎN/MA/AMED

 

Şano, konser û çalakiyên bi Kurdî, bi hincetên cûr bi cûr ji aliyê rayedarên dewletê ve tên qedexekirin. Di van salên dawî de li dijî zimanê Kurdî qedexe û sansureke zêde heye û ev helwêst her roj belavtir dibe. Li gelek bajaran çalakî, şahî, şano, konserên Kurdî ji hêla walîtî, qeymeqamtî, qeyûm û şaredariyên AKP’ê ve bê hincet tên astengkirin û qedexekirin. Bi vî awayî gelek hunermend nikarin bi rehetî karên xwe bidomînin û sansura li hember wan, aciziyê çêdike. .

Di 16’ê Hezîranê de  Qeymeqamtiya Fatîhê, çalakiya "Çîrokên Xorasanê" ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM)  ya li Navenda Çandê ya Alî Emîrî Efendî dê bihata lidarxistin, bêhincet qedexe kir. Herî dawî jî di 19’ê Hezîranê de Qeymeqamiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi Kurdî ya bi navê “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” ya ŞanoWanê bê hincet betal kir. Partiyên siyasî, saziyên sivîl û hunermendan nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, ew ê betalkirin û qedexekirina çalakiyên Kurdî qebûl nekin.

Derhênerê lîstika “Haylo Dîsa Tevlihev Bû”, Nazmî Karaman got, pêkanînên bi vî rengî rê li ber Şanoya Kurdî digirin û bi vê yekê naxwazin Şanoya Kurdî bi pêş bikeve. Yek ji sedemên herî mezin ên van nêzîkatiyan jî helbet zimanê Kurdî ye!

 

Bila bibêjin ji ber Kurdî tê qedexekirin!

Derhênerê listîka “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” Nazmî Karaman nerazîbûn nîşanî qedexeyê da û got, wan jî fêm nekiriye ka çima lîstika wan hatiye qedexekirin. Karaman bi bîr xist ku ew bi salan e şanoyê dikin, lîstikvaniyê dikin lê ji nişka ve bi qedexe û astengiyan re rûbirû dimînin: “Ji ber çi tên qedexekirin? Em jî nizanin. Ev kiryar gelek caran tê serê me. Lîstika me ya bi navê ‘Bêrû’ jî hatibû qedexekirin û niha jî ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ hat qedexekirin. Lîstik werger in û nivîskarên wan têne naskirin. Ev çend sal in ku em vê lîstikê dilîzin û beriya hilbijartinê jî me turneya xwe kir. Lîstikeke komediyê ye û naveroka wê jî tiştekî cuda tê de nîne ku em bibêjin ‘propagandayê’ dike yan jî ‘zayendî’ ye. Bila bibêjin, ji ber ku zimanê wê Kurdî ye da ku em jî bizanibin ji ber çi tê qedexekirin.”

 

Bi her awayî xelet in

Karaman da zanîn ku gelek caran bi qedexeyan re rûbirû dimînin lê dîsa jî lîstikên xwe dewam dikin û bi afirnadin û amadekirina lîstikên cuda sekna xwe ya li dijî qedexeyan nîşan didin. Karaman bal bire ser zehmetiyên amadekirina lîstikan û got, “Da ku carekê derkeve ser dikê, bi mehan amadekariyên lîstikê tên kirin. Prova hene, hatin û çûyîna hunermendan heye, aliyê wê yê aborî heye ku hunermend jî debara xwe bi vî karî dikin. Lîstik jî bi temaşekirinê bi rê ve diçe û aboriya xwe bi bilêtên ku difiroşe dike. Ewqas kedeke mezin tê dayîn, lê yek radibe dibêje, qedexe ye û ez nahêlim tu bilîzî. Bi rastî jî ev ji aliyê sansurkirina huner, hunerê Kurdî û hem jî di warê insanî de tiştekî pir xelet e.” 

Karaman got, hunermend û temaşevan dibin yek û girîngiya şanoyê jî wisa derdikeve holê. Wî got, sedema qedexekirinan jî ev e. Karaman da zanîn ku ev kiryar nayê qebûlkirin û pirsa “Tiştekî ne îllegal tu çima qedexe dikî?” kir û di dawiyê de got, “Naxazin şanoya Kurdî bi pêş bikeve. Ev helwêstên kêfî ne. Huner bi hemû zimanan tê kirin. Şanoya Tirkî nayê qedexekirin lê Şanoya Kurdî tê qedexekirin. Ev jî ne tiştekî rast e. Ez hêvî dikim ku careke din em tiştekî wiha nebihîzin. Mafê mirovan ê çandî heye û hêvî dikim ev qedexe betal bibe û heval biçin lîstika xwe bilîzin.”