Sedam kîmya barand Hewlêrê xemsarî

Şemî 18 Adar 2023 - 00:48

Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Bees bajarê Helebce bi balefiran kîmyabaran kir. Di encama kîmyabaranê de 5 hezar kes şehîd bûn, qederê 10 hezar kesan birîndar bûn û ziyaneke mezin li xwezaya herêmê bû.

Gelek birîndarên kîmyabaranê ji ber ku nehatin dermankirin, şehîd bûn, yên mane jî îro jî êşê dikişînin.

Perwîn Elî Kerîm, yek ji birîndarên kîmyabarana Helebce ye. Perwîn Elî got, rewşa wê di warê sihetê de pirr xirab e û ji ber êşa xwe nikare zêde biaxive. Perwîn da zanîn ku gazên kîmyewî bandor li ser pişika wê kiriye û laşê wê pirr lewaz e.

Wê her wiha got, ev pênc sal in hikûmeta Hewlêrê ji bo dermankirinê ti alîkariyê bi wê re nake: “Neştergeriya çavên xwe jî min ji kîsê xwe da; ji ber bandora çekên kîmyewî metirsiya korbûnê li ser çavên min heye. Hikûmet tiştekî ji me re nake. Guh nade gel û birîndarên kîmyabaranê. Nizane evqas nexweş û birîndar li Helebceyê ne.”

 

Berpirs bi halê me nizanin

Di dewamê de Perwîn Elî got, ew bi şev ji ber êşa laşê xwe nikare raze: “Xwezî yek ji berpirsan tenê şevekê bihata mala yekê ji birîndarên çekên kîmyewî raketa; wî dê zanîba birîndar di rewşeke çawan de dijîn.”

Perwîn Elî dermanên xwe nîşan dan û got, “Min evqas derman bi kar anîne û du qatê van jî min avêtine. Ez bi xwe dermanên xwe dikirim. Ez vê cîhazê jî ji bo paqijkirina pişika xwe bi kar tînim. Her sibeh dema elektrîka giştî hebe, bi qasî nîv saetê bi kar tînim û da ku bikarim bêhna xwe bidim.”

Perwîn Elî rojane heşt heban dixwe, nîv saetên oksîjenê werdigre. Dermanên wê li Helebce nînin, û ew wan ji Silêmanî, Hewlêr û Îranê tîne.

 

Gefê li saxfilitiyan dixwin

Di dawiyê de Perwîn gazinên xwe wiha ji xemsariya Hewlêrê kirin: “Heger min xwe gihandiba berpirsên hikûmetê, minê derdê dilê xwe ji wan re gotiba. Bi salan e civînan li gel me lidar dixin û ji me re dibêjin, em ê pirsgirêkan çareser bikin. Niha 400 hezar dînar didin me, lê gefa birrîna wê alîkairyê li me dixwin.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.