Sed hezar darên me birrîn
Pêncşem 30 Îlon 2021 - 04:02
ZEYNEP DURGUT
MA/ŞIRNEX
Talankirina daran li herêma Besta û Çiyayê Çilnimêja didome. Vê carê jî li Çiyayê Bizina ê bi ser Çiyayê Gabarê birrîna daran dest pê kir. Tenê di hefteyekê de sed hezar dar hatin birrîn û talankirina daristanan bênavber didome.
Beriya niha birrîna daran bi destê cerdevan û leşkeran li Bestayê li Serê Rû, Kaniyahilo, Dolahevran, Berûze, Quntarên Navyan, Rîsor, Girêhelizê, Darikar, Kaniyamir, Cîniver, Bûlûzerê dest pê kiribû û hîna jî dewam dike. Li Çiyayê Çilnimêja yê ser bi Cûdî jî talankirina daristanan dewam dike. Niha jî li Çiyayê Bizina yê ser bi Çiyayê Gabarê, birrîna daran hat destpêkirin. Di hefteyekê de cerdevan û leşkeran qederê sed hezar darên berûyan birrîn.
Hat zanîn ku qereqola dewleta Tirk telefonî xelkê deverê kiriye û gef xwariye bi gotin, “Werin darên xwe bibirrin, heger hûn nebirrin em ê efû nekin”.
Darên birrî bi traktoran dikişînin Xaran û ji wir jî li kamyonan bar dikin û dibin derveyî bajêr û difiroşin. Hat zanîn ku darên berûyan ku nû şîn bûne jî ji kokê ve tên hilkirin. Li vê devera dar lê tên birrîn li ser her girekî, birceke çavdêriyê ya leşker û cerdevanan hatiye bicihkirin û birînra daran bi çavderî û beşdariya leşker û cerdevanan pêk tê.
Di heman demê de, 13'ê Îlonê di navbera gundên Şerefî û Akça de yên li vê herêma dar lê tên birrîn, Hevkariya Anonîm a Petrola Tirkiyê (TPAO) 400 bermîl neft hatibû dîtin û hat îdîakirin ku ji bo dîtina neftê jî ferman hat dayîn da ku dar bên birrîn.