Şebnem xoce hate girtin

În 28 Cotmeh 2022 - 01:26

Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber axaftinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk ve hatibû binçavkirin, doh hate girtin.

Şebnem Korur Fîncanci di 26’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin û doh serê sibehê sewqî edliyeyê hate kirin.

Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li dozgeriyê ku 4 saetan domiya, dozgeriyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayên Silhê kir. Lêpirsîna li dadgeriyê bi dawî bû.

Dadgeriyê, piştî navbera 15 deqeyan biryara girtina Fîncanci da. Fîncanci, birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.