Rojnamevan Matt Broomfield li ser qanûna qaşo li dijî terorê ya Ingilîstanê Schedule 7 û krîmînalîzekirina Kurdan ji Medya Newsê re nivîsand. Ev qanûna ku weke qanûna li dijî terorê li Ingilistanê tê nasîn, sala 2000´î weke “Schedule 7 of the Terror Act” hatibû erêkirin.

Matt Broomfield bi xwe jî piştî ku ji Rojava piştî çêkirina nûçeyekê vegeriyabû Ingilîstanê, ji ber vê qanûnê hatibû mexdûrkirin. Ew bi bîr dixe ku ji vê qanûnê ji 2009´an heta 2019´an di nava deh salan de 419 hezar mirov hatine rawestandin ketine ber lêpirsînan. Ji van, tenê ceza li 30 kesî hatiye birrîn. Yanî tenê ji sedî 0,007´ê kesên hatine rawestandin ji ber sûcekî ceza li wan hatiye birrîn.

Matt Broomfield bi bîr dixe ku ji van 419 hezaran beşa herî mezin endamên civakên Misilman û Kurd in. Bi ya wî Schedule 7 ji bo krîmînalîzekirina Kurdan û bêdengkirina wan bi taybetî tê tetbîqkirin. Bi vê qanûnê nexasim jî azadiya çûnûhatinê û ya xweîfadekirinê tê astengkirin. Weke nimûne jî astengkirina endamên civaka Kurd ên ku wê 7´ê Çile ji bo merasîma ji bo şehîdên

Parîsê ji Ingilîstanê biçûna Fransayê hat nîşandan.

Matt Broomfield wekî din behsa meseleya kirina nezaretê ya weşangerê Fransî Moret jî dike. Bi ya wî, îstîxbarata Fransayê bi xêra vê qanûnê, karê xwe yê qirêj bi polêsê Ingilîz daye kirin.

Bi her halî eşkere ye ku dadger jî ji van dozan aciz in û pirsa wan a pêşî ya ji dozger, “erê we çima doz vekir” e.

LONDON