Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (40)

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 31 Tîrmeh 2020 - 23:00

Goşeyek le Mêjûy Bizûtnewey Çepî Êran
Le Qalbî Beserhatêk da
Beşêk le kitêbî Siyaweş Parsanejad
Neşrî Nîma , Êsên – Elman çapî ewel – Jûyiyey 2002

Xelkî Helebce û xêzanî pêşmergekan le ciyatyan cilubergekanyan deşutim û çêştyan bo dênam, mal û metebekeyan xawên dekirdewe û le tewawî mawey manewem da bê dirêxî mihebetyan legel dekirdim.
Carêkî binemaleyekî be nifûzî Kurdî layengirî Talebanî ke piyawe cewanekeyan şervanêkî aza û cêgirî Qadir Kokoyî bû, be toley têrorî jin birakey ke Barzanîyekan kuştibûyan, ferdêkî girtibû ke goya lew têrore da destî bûwe û birdbûye male xoy û çendîn roj lewê ta sinûrî merg lêy dededa û eşkencey deka û rojî sêyem ke le awîlkedan da debê eminyan bird bo lay bo ewey necatî bidem. Ew piyawe tûşî şok hatbû û hemû bedenî birîndar bû. Û wîstim bînêrim bo nexoşxaney Silêmanî ke ew binemaleye be tundî muxalefetyan kird. Ewan herasyan lewe bû neka dengî ew cînayete beriz bêtewe û bigatewe gwêy karbedestanî 'Êraqî. Be naçar her lew male da destim kird be mudawî û be bekarhênanî ew sêromaney ke le Urûpawe legel xom hênabûm ew piyawem le mergî hetmî necat da. Ew tuwanî duway hewtûyek be pêy xoy ew şwêne cê bêlê û zor sipasî minî kird.
Rojêk cewanêkî bîst sale le Kurdî Êran ke Farsî çak dezanî hate metebekem û gutî ke le Êran helatuwe û arezûy eweye legel pêşmerge Êranîyekan çalakî bika. Ewe meseleyekî tewaw asayî bû ke dekra her rojêk rû bda. Zor kes dehatin û daway legel kewtinî pêşmergekanyan dekrid. Ew cewanem wuşyartir le hawsalanî weber çaw hat û be 'Ebasim espard. Ew cewane le têkhelçûnekanîşda azayetî û fîdkarîyekî zorî lexoyewe nîşan da. Ewim bo karî nihênî le Êran le ber çaw girt. Le gurûpî 'Ebasim cwê kirdewe û hêname malî xom. Ew wekû hawrê Êranîyekanî sazmanî xoman le heman wetaxî senger asay ke amademan kird bû, dexewt û hewlim deda le rûy siyasîyewe perwerdey bikem. Kurde Êranîyekan erkyan ewe bû hewil biden bo nasînî binemalekey le Êran û sebaret be wî hêndêk zanyarî ko kenewe. Rojêk îznî lê wergirtim bo dîdarî binemalekey çend rojêk bçête Êran. Belam seferekey dirêj buwewe. Paş maweyek 'Ebas be qolbestî hênaye lay min û gutî ke le Êran ewyan le Sawakî Tewêle dîtuwe û memûrî Sawak e. Ew cewane dest becê xoy xiste ser laqim û îqrarî kird ke memûrî qetlî min buwe û be duway derfetî kareke da gerawe. Deparawe ney kûjîn û îdî namaqûlî ewto naka. Hellbet ew derfetî kuştinî minî hebû çunke legel min le wetaxêk da denust, êdî boçî ew dest ew destî kird bû, me'lûm nebû. Duway lê pirsînewe û zanyarî lê wergirtnî le ast waq wurmanî ewanîdî fermanim da azadî ken ke birwa û be qewlî xoy îdî lew namaqûlyane neka. Ew royişt û le rojî duwatrewe bizir bû.
Lew maweyeda le piştî perde da rûdawî siyasî gewre xerîk bû deqewman ke tesîrêkî zor naxoşî hebû le ser çarenûsî kurde Êranîyekan. Barzanîyekan le dewletî 'Êraq nizîk debûnewe û Talebanîyekan bere bere îzole debûn. Kem kem danî mûçey pêşmergekanî Talebanî wedrengî dekewit û le wane Kurde Êranîyekanî danîştûy Helebce ke jin û mindalîşyan legel bû, kewtne jêr guşarêkî tundî madî û bew şêweyey ke bibuwe resim le qawexaney nawçe bo piyaleyek çayî le ciyat pare fîşekêkyan deda. Sawakî Êranîş lew babete kelkî xirapî wergirt û 'Ebas û gurûpekey agadar kird bû ke eger bigerênewe Êran û emin legel xoyan bernewe û teslîmim ken, êmkanatêkî malî zoryan bo pêk dênin û dahatûyan dabîn deken.
'Ebas û gurûpekey nizîkey yeksal û çend mang goya perwerdey siyasî û hawrêyetî taybetî legel min, katêk jin û mindalekanyan birsî manewe, hemû şityan le bîr çûewe û be hîway desteberî madî hemûyan geranewe Êran. Marîfetêkî gewrey ke kirdyan ewe bû ke ne minyan kuşt û ne legel xoyan birdim. Sawakîş bew biyanûwe le cê becê kirdnî ew belênaney pêy dabûn paşgez bibûwewe û pêşnyarî pê kirdbûn ke le birî mûçey pêşmergeyî (mangane sed timen) ke ew car le Sawakyan wer degrit, bigerênewe Kurdistanî 'Êraq û le şerrekanî Helebce da beşdarî biken. Tenanet pêyan gutbûn ke filane şew hetmen debê hêriş berne ser ewê. Takuteray 'Ebas ke le kirdewey xoyan zor peşîman bibûnewe, degene nizîkî Helebce û çend tîrî hewayî deteqênin. 'Ebas be hesretewe çaw le çirakanî şar deka û le bin lêwewe delê: " Dr. Cewad êsta bîr dekatewe û delê ke ewane çende bêşeref bûn!" her ew şewe dû le pêşmerge cewanekanî 'Ebas helatin û xoyan geyande paşmawey gurûpî Mihemed Reza Namdar û ew qisaneyan gêrawe.

Dirêjey heye…

Wêne: Parsanejad

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.