Saz û Awaz’a çanda Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 20 Sibat 2024 - 00:56

ZEYNEB ÎSA / NÛJÎNHA / QAMIŞLO

Li Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koma Saz û Awaz hatiye avakirin. Di komê de jin û xortên ciwan hînî stranên folklorî û amûrên muzîkê dibin û çand û hunera Kurdî diparêzin. Berdevka koma Saz û Awaz Nûpelda Hisên di derbarê xebat û armanca komê de axivî.  

Nûpelda Hisên behsa armancên vekirina komê û zehmetiyên jiyane kir û got: “Koma me ya Saz û Awaz ji destpêka sala 2018’an ve hatiye avakirin. Armanca me bi vekirina vê komê ew e ku em çand û hunera Kurdî biparêzin da ku ti carî winda nebe. Di destpêkê de gelek zehmetî hatin kişandin ji ber ku bi temenekî piçûk em tevli vê komê bûn hinek malbatên me nedihiştin em werin saziyên çand û hunerê.”

Bi parastina çandê bi ser bikevin

Nûpelda Hisên diyar kir ku tevli gelek mihrîcan û şahiyan bûne, daxwaza parastina çanda Kurdî kirine û axavtina xwe wiha bi dawî kir: “Koma me derketiye gelek şahî û mihrîcanan, di gelek pêşbaziyan de em bi ser ketin û hatin xelatkirin her wiha tevli şahiyên cejna Newrozê, 15’Tebaxê û 19’Tîrmehê bûn. Hinek stranên me û awazên wan yên mamoste Riswan Dêrik in û hinek jê gotin ên bavê Ferhad in û awaz ên Mamoste Ridwan Dêrik in. Weke jinên Kurd divê em fêrî çanda xwe bibin, biparêzin da ku em bi ser bikevin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.