Şaredariyê dibistan da nijadperestên Tirk
Pêncşem 27 Nîsan 2023 - 00:53
Şaredarê bajarê Awusturyayê Klaus Luger ê ji Partiya Sosyal Demokrat, bi israr komeleyeke Tirkên nijadperest a bi navê Avrasyayê diparast. Piştî ku endamekî wî li Kampa Komkirinê (KZ) a Mauthausenê nîşana gurên boz a nijadperestên Tirk kir, hîna nû şaredar Klaus Luger neçar ma wan ji meclîsa întegrasyonê ya bajêr biavêje. Alîkariyên şaredariyê yên ji bo komeleyê bi temamî hatibûn sekinandin û lazim bû şaredariyê ti mekan jî ji bo çalakiyan nedana van nijadperestên Tirk.
Lê niha bi nûçeya rojnameya Volksblatt derket holê ku komeleya ser bi gurên boz a Tirk ve a bi navê Avrasya, hola sporê ya dibistaneke dewletê ya bi navê Goetheschule ya li Linzê ji bo şahiyeke cejnê bi kar aniye. Ecêb jî ew e hem haya rêvebera dibistanê Michaela Kainmüller ji vê yekê nebû û hem jî ji bo vê yekê lazim e meclîsa şaredariyê destûr bida. Yanî şaredariyê biryara xwe binpê kiriye û destûr daye komeleya nijadperestên Tirk li holeke dibistaneke fermî şahiyekê li dar bixe. Jixwe rêvebera dibistanê Michaela Kainmüller ji rojnameya Volksblatt re dibêje, “Li ser van çalakiyên bi vî rengî li dibistanê qet kêfa min nayê.”
Herçî komeleya nijadperestên Tirk, Avrasya ye, endamên wê li her derê bêyî tirs û fikar nîşana gurên boz çêdikin. Ew di heman demê de endamê “Avusturya Turk Federasyonu -ATF (Federasyona Tirk a Awusturyayê) ne; ev jî federasyona komeleyên nijadperest ên Tirk e li Awusturyayê.
Lazim e were bibîrxistin ku gurên boz û nîşanên wan li Awusturyayê hatine qedexekirin. Ji ber vê yekê mirov bivênevê ji xwe dipirse, gelo meclîsa şaredariya Linzê çawa destûr da ku dibistan ji bo şahiyeke nijadperstên Tirk bê bikaranîn.
LINZ