Şaredariya Holê dest bi projeyên nû kir

Duşem 10 Çile 2022 - 22:39

  • Şaredariya Holê ya kantona Hesekê dest bi pêkanîna projeyên xwe yên sala 2022`yan kir. Rêyên nû yên gelek gundan vekirin û gelek rê jî sererast kirin.

Şaredariya Holê ya kantona Hesekê dest bi pêkanîna projeyên xwe yên sala 2022`yan kir. Rêyên nû yên gelek gundan vekirin û gelek rê jî sererast kirin.

Ji bo hêsankirina çûnûhatina xelkê deverê, li navçeya Holê ber bi navendê ve, Şaredariya Gel a navçeya Holê li gorî plansaziya 2022`yan, dest bi vekirina gelek rêyên nû û sererastkirina rêyên xirabe li aliyên bakur û başûr ên navçeyê kir.

Li gorî çavdêrê fenî yê şaredariyê Îbrahîm El-Salih, şaredarî dixwaze rêyên gundên li başûr û bakurê navçeyê yên El-Xan, Xerîse, Um Huceyre, Xezîle, Ciwêsmiyê, Til El-Cayir û Um Xedîr veke.

Îbrahîm El-Salih da zanîn ku rê dê bi firehiya 6 metreyan be û dê qederê 3 hezar metrekab xîz lê were xerckirin. 

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.