Şaredar girtin şaredarî desteser kirin

Sêşem 14 Çile 2025 - 02:55

Polisan di 10’ê Çileyê de bi ser gelek malan de girtibûn û di serdegirtina malan de Hevşaredarên Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên meclisa şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Orûç, Yakûp Daniş û Hikmet Bakirhan binçav kiribûn. Piştî kar û barên li midûriyeta polîsan bi dawî bû, Hevşaredar û endamên meclisê sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Dozger piştî îfadeyê, Hevşaredar Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û endamên meclisê Ozgur Çaglar bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propaganda rêxistinê kirine”, “Fînansekirina rêxistinê” û “Mûxalefeta li Qanûna 2911’an” û endamên din ên meclisê jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Mêrsînê kirin. Dadgehê bi heman îdiayan derbarê Hevşaredar Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslanê û endamên meclisa şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Orûç de biryara girtinê da û endamê meclisa şaredariyê Yakûp Daniş bi şertê kontrola edlî berda.

Bi hincetên pûç hatin girtin

Girseya li ber edliyeyê disekinî nerazîbûn nîşanî biryarê da û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kir. Dû re li ber edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Mêrsînê Îbrahîm Kaya yê li vir axivî, destnîşan kir ku hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê bi biryarên bêhiqûqî hatine girtin û got:“Biryar beriya niha hatibûn dayîn, şanoyek hate lîstin.” Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş jî got:“Hevalên me bi biryareke siyasî hatin girtin. Bi hincetên pûç û vala hatin girtin. Ev gel dê bersiva van polîtîkayan bide.”

Karê ewil wêneyê Erdogan

Wezareta Karên Hundir ragihand ku li Şaredariya Akdenîzê qeyûm hatiye tayînkirin. Wezaretê, ragihand ku qeymeqamê Akdenîzê Zeyît Şener wekî qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin. Piştî biryara tayinkirina qeyûm, polîsên li dora şaredariyê hatin zêdekirin. Şenerê ku tevî bi sedan polîsan ket hundirê şaredariyê, ewilî wêneyê Tayyîp Erdogan li odeya serokatiyê daleqand û li ber wêne girt. 

Pêvajoyê sabote dike

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê derbarê desteserkirina Şaredariya Akdenîzê daxuyaniyek nivîskî weşand. DEM Partî, diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê her ku desteka civakê winda dike, li dijî tercîha gel şer dide destpêkirin. DEM Partî, da xuyakirin ku israra di qeyûm de di heman demê de îhtîmala pêvajoya aştî û çareseriyê sebote dike û got:“Li dijî darbeya qeyûm me duh çawa li ber xwe da, em ê îro jî bi heman awayî li ber xwe bidin. Tevî her cure provokasyonan jî ji bo ku pêvajoya ku di gelê me de hêviyekê ava dike bi ser bikeve em ê bi beşên aştîxwaz ên civakê re têkoşîna xwe bidomînin. Tevî vê zîhniyeta darbekar û qeyûm, em ê teqez bi ser bikevin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.