Sara Kaya hate berdan

Şemî 11 Gulan 2024 - 00:44

Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya ku ev 7 sal û 4 meh in girtî bû, hate berdan.

Derbarê hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya ku  10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, biryara tahliyeya wê hat dayîn.

Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya ku 13’ê Çileyê 2017’an hat girtin, der barê wê de bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’, ‘peywira xwe xerab bikar’ aniye  û ‘gel teşwîqê kînê’ kiriye, Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê a 4’an 16 sal ceza lê birîbû. Dadgeriyê ceza xera kir û ji nû ve hat darizandin. Rûniştina 2’yan li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat.

Kaya ji ber çalakiya boykotê ya 4’ê Nîsanê ya girtiyan dabû destpêkirin tevli runiştinê nebû û parêzerên wê, parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan, hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan, aktîvîstên TJA’yê û DEM Partiyî tevli runiştinê bûn.

Parêzre Mehmet Emîn Kaya bal bire ser rewşa girtina Sarayê ya 7 sal 3 meh û 29 rojan û daxwaz kir ku were berdan.

Dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal û 6 meh ceza birî, qedexeya derketina derveyê welat hat dayîn û biryara tahliyeyê dan.

MA/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.