Şantaja bi avê

Sêşem 25 Tebax 2020 - 15:46

  • Qutkirina avê sûcê şer e, lê ev ne yekane sûcê şer ê dewleta Tirk e.

Gotinên Şêxa Mecîd ji bo sê hefteyên bihurî, sûcê dewleta Tirk ê birrîna avê ji ser Hesekê xweşik darîçav dike: "Ez sê hefteyan li ser hev her li pey kamyonên avê beziyam."
Ev qutkirina avê jî di dema şewba ji ber vîrusa koronayê de, jiyanê li welatiyên Hesekê zehmettir dike. Par dewleta Tirk bi dagirkeriya li Serêkaniyê û Girê Spî re stasyona pumpeya avê ya alûkê jî dagir kir. Bi vê yekê jî wê karî avê ji ser Hesekê bibirre. Ev yek sûcê şer e, lê ev ne yekane sûcê şer ê dewleta Tirk e.
Rayedarên Rêveberiya Xweser dibêjin, dewleta Tirk avê ji bo şantajê bi kar tîne da ku zorê li wan bike, ew bêhtir elektrîkê bidin deverên Tirkan ew dagir kirine.
Qutkirina avê dike ku xelk nikaribe paqijiya xwe bike. Dewleta Tirk heta niha 8 caran av ji ser herêmê birrî û bi awayekî eşkere hiqûqa navneteweyî binpê kir û sûcê şer kir. Ji ber ku ji ber pandemiyê heta niha li Bakur û Rojavayê Sûriyê 362 kes bi koronayê ketin û 25 kes jî ji ber vîrusê mirin, tirsa ji ber vê siyaseta şantajê ya dewleta Tirk zêdetir dibe.
Rêveberiya Xweser dibêje, piştî dagirkeriyê li ser qutnekirina avê ji ser Hesekê wan bi dagirkeran re li hev kiriye ku di berdêla avê de elektrîkê bidin xelkê li deverên dagirkirî. Lê dewleta Tirk vê peymanê binpê dike da ku zextê li rêveberiyê û xelkê deverê bike. Ev jî li gorî qanûnên navneteweyî sûcê şer e. HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.