Sansura li ser fîgûra Artemisia Gentileschi!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 29 Mijdar 2022 - 01:35

Tabloyê bi navê "L'Allegoria dell'Inclinazione" yê Artemisia Gentileschi bi awayekî berfireh tê restorekirin. Di dawiya restorasyonê de bi projeya “Artemisia UpClose” encamên restorasyonê wê werin nirxandin û ev encam li serdêran werin eşkerekirin.

Şêwekara Îtalyayî Artemisia Gentileschi tabloya xwe ya bi navê ”L'Allegoria dell'Inclinazione" di sala 1616’an de çêkiribû. Ev tabloya wê li Floransayê li “Casa Buonarroti” bû û karekî resen e. Wisa tê texmînkirin ku di tabloya resen de fîgûra jin a tazî, weke otoportre hatiye çêkirin.

Piştî ku Artemisia Gentileschi ev fîgûra jin a tazî çêkir bi 70 salan, hate sansurkirin. Kesên restorator dê li ser vê yekê bixebitin û rastiyê derxin holê. Ji lewma ew wisa difikirin ku fîgûr bi dolbendeke tenik hatiye nixumandin!

Proje bi destê organîzasyona “Calliope Arts” bi rêve diçe ku navenda wê li Londonê ye. Encamên karê kesên restorator wê di Îlona sala 2023’yan de di pêşangehekê de werin diyarkirin û nîşandan. Her wiha nimûneyeke dijîtal a tabloyê ku ji ber yê resen hatiye girtin jî wê were nîşandan.

FLORANSA

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.