Sansur heye Asîmîlasyon serbest e

Pêncşem 30 Hezîran 2022 - 22:18

  • Wezareta Rewşenbîrî ya Başûrê kurdistanê bi biryareke xwe nûçeçêkirin û belavkirina li ser dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên li dijî Hewlêr û deverên din ên Kurdistanê qedexe kir. Ev biryar mutleqkirina sansurê û binpêkirina mafê xwe îfadekirinê ye.

Li gorî analîza Awyer Botan a di ANF´ê de hatiye weşandin, Mesrûr Barzanî û hikûmeta wî hewl bidin xwe beramberî rexneyan bêhnfereh nîşan bidin jî, hikûmetê bi biryara Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Başûrê Kurdistanê "bi biryareke sosret" xwest ku nûçe, bûyer û nexasim agahiyên li ser êrişên li dijî Başûr û bi taybetî Hewlêrê neyên weûşandin. Ev biryara ku Awyer Botan behsa wê dike, çêkirina nûçeyan û parvekirina wan jî sûc dibîne. Em behsa sansureke giştî dikin.

Li gorî analîzê, ev biryar di wextekê de hatiye dayîn ku nerazçîbûna xelkê li dijî êrişan û dagirkeriyê zêde bûye û "Wezaret dixwaze zêdetir civak ji van bûyer û pêşketinên ne di berjewendiyên neteweyî yên gel de, bê agahî bê hiştin."

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Başûrê Kurdistanê biryara xwe wiha ragihandiye: “Divê weşanên bi dîmen û deng hemû, malperên elektironîkî xwe dûrbixin ji mijarên ku li dijî serweriya Herêma Kurdistanê bigirin ku bibe sedema tirs, gumanê li ser ewlehî û serweriya herêmê. Erkê wezaretê ye ku li hember vê, biryarên yasayî yên tund bigire.”

Awyer Botan dibêje, êrişên li dijî Hewlêrê û vê dawiyê Kormorê yên li ser hev û dagirkeriya dewam dike ya dewleta Tirk kiriye ku nerazîbûna xelkê zêde bibe û hikûmet bi vê biryara wezaretê dixwaze pêşiyê li vê bigire. Heman wezaretê li dijî bi rêzefilmên Tirkan asîmîlekirina Kurdan berê ti biryar wernegirtibûn û di analîzê de ev yek jî tê bibîrxistin.    

Çima wezîfeya xwe ya eslî nake?

Awyer Botan van pirsan jî ji wezaretê dike: "Gelo çima Wezareta Rewşenbîrî û Lawan heta niha li ser çûna ciwanên Başûr a derveyî welat negirtiye? Eger wezareta lawan e (ciwan) çima heta niha nekariya pêşiya qetilkirina jinên ciwan bigire? Çand û hunera welatên cîran li ser ciwanan ewqas bandor kiriye, ev jî bi qasî êrîşên dagirkeriyê xedar e, biryarek wiha ku bikare pêşiya wan rêzedrama û çanda wan bigire, nedaye?"

Armanc veşartina dagirkeriyê ye

Li gorî Awyer Botan armanc ew e ku helwêst û nerazîbûna gel a beramberî dagirkeriyê bê tepisandin. Ew dibêje, "Halê hazir Wezaret Rewşenbîrî tenê nav maye. Wezareta Rewşenbîrî ji bo dawîkirina rêzefilmên Tirkî ku çand û jiyana ciwanên Başûrê Kurdistanê temamî daye guherîn û ciwanek ji hevketî çêkiriye, heta niha çi kiriye? Em tev dizanin, rêzefilmên Tirkiye ji bo xirakirina civakê û taybet ciwanan roleke sereke ye û herî dawî me dît ku bi van rêzefilman nirxên Kurdan û taybet PDK-Barzanî çawa nîşan dan."

Li ser meseleya dagirkeriyê û veşartina wê jî wî got, "Rojane dagirkerî li ser xaka Kurdistanê zêde dibe, MÎT û îstixbarat li herêma Kurdistanê li pey Kurdan e, bi madeyên hişbir ciwanan ji rê derdixe, wezaret tiştekê nake. Lê dema mijar bû, netewî û helwestên netewî û berjewendiyên netewî, biryareke wiha sosret tê dayîn.

Dîsa balkêş e, ev biryar demeke dirêj e li Tirkiye pêk tê anîn. Ev jî gumana ku PDK û hikûmeta Barzanî hewl dide bibe beşek piçûk a Tirkiye û bi van biryaran dixwaze li pey faşîzma Tirkiye bimeşe."

Mafan binpê dikin

Bi ya Awyer Botan, bi vê biryarê wê her peyam û gotina ne li berjewendiya hikûmetê sûc bê dîtin û ev jî "rasterast binpêkirina mafê derbirînê yê mirov e. Bi temamî çavtirsandin û hikûmkirina ser raya derbirîn a mirovî ye."

Wî nerazîbûn ji Sendîkaya Rojnamevanî ya Başûrê Kurdistanê û saziyên rojnamevanî da ji ber ku dengê xwe nakin û vê pirsê dike: "Her rojnamevan û kesek ji ber peyamek yan jî bûyerek bê girtin, wê Sendîkaya Rojnamevanan li ber bêdeng bimîne gelo? Gelo li ber girtina rojnamevanan a ji ber karê wan wê Sendîkaya Rojnamevanî piştî vê biryarê helwêstekê nîşan bide yan wê bêdeng be?"

Piştî van pirsan û çendeke ew nivîsa xwe wiha bi dawî dike: "Bi kurt û Kurmancî ev biryar wê encamên pir xeter li ser asta neteweyî ya Kurd bide çêkirin. Wê mafê derbirîn û ragihandinê binpê bike. Ji bo wê divê di serî de sendîkaya rojnamevanî û dezgehên ragihandinê li ber vê biryarî bibin xwedî helwêst."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.