Tevgera şanogeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber siyasetên pergala desthilatdaran, qeyd li ser hebûn û şanoger dihatin girtin. Piştî êrişa çeteyên DAIŞ`ê zirarên mezin gihîştin navendên çand û huner; lewma DAIŞ´ê ew kirin girtîgeh û baregeh. Lê vîna xelkê herêmê ji wan bi hêztir bû, teror tine kir û ji nû ve hatine dinê yanî ronesansek ragihand.
Hevserokê Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Huner a Herêma Firatê, Osman Elî têkildarî mijarê got, “Dema em behsa şanoyê dikin, em behsa hunerekî dikin ku di nav xwe de gelek cureyên hunerî dihewîne. Şano, neynika civakê ye. Bi rêya wê xelkê herêmê bersiva, êrişkeran dide yên ku hewl didin çanda wan qir bikin. Ji ber wê, çand û huner li herêmê di nav dorpêçê de bû. Lê piştî Şoreşa Rojava, çanda me taybetmendiyeke din wergirt. Tevgera şanogeriyê, ji bin kavilê terorê rabû û ber bi ronahiyê ve hilkişiya.”
‘Çand tine be kok wêran dibe’
Elî wiha dewam kir: “Şerî navendên me kavil kirin. Rast e, lê xelkê herêmê zend û bend vemalîn û her tişt ji berê baştir kir. Dema dijminên me êrişî me dikin, destpêkê êrişî van navendan dikin, qirkirina çanda me dikin hedef. Gelê di aliyê hunerî de wêran dibe, koka wî jî wêran dibin. Herî kêm em dikarin mihrîcanan li dar bixin ku ciwan bi rêya wê dikarin xwe bi pêş bixin û tecrûbeya xwe xurttir bikin. Tîmên ji derveyî herêma Firatê tên, nas bikin. Armanca me ji lidarxistina Mihrîcana Arîn a Şanoyê; nasandina xelkê herêmê bi şanoyê û armancên wê bû. ”
Şano ber bi ronahiyê ve diçe
Li aliyekî din derdorên hunerî li herêmên Rêveberiya Xweser hewl didin, Tevgera Şanogeriyê ji nû ve ava bikin bi taybetî li herêmên ku DAIŞ`ê berê dagir kirine. Mîna Reqayê ku gelek salan di tarîtiya terorê de ma û tevgera şanogeriyê ji holê rabû. Lê îro, piştî rizgarkirina bajêr bi destê QSD`ê, li bajêr gelek komên şanoyê ava bûne û tev li gelek mihrîcanan bûn ku li herêmên hatin lidarxistin.
Derhênerê şanoyê û hevserokê Komîteya Çand û Şûnwaran a Reqayê Fîras Remadan got, “Tevgera şanogeriyê li herêmê piştî şerên berê, ber bi ronahiyê ve hilkişiya. Nexasim di du salên derbasbûyî de. Ev bi saya mihrîcanên ku li herêmê li dar ketine, pêk hat; mîna Mihrîcana Yaxt a Şanoyê, Mihrîcana Arîn Bisk û Keziyên Aştiyê ye. Destpêkê, lawazbûnek di tevgerê de hebû, lê niha bi saya van mihrîcanan geştir bû.” Koma wan bi şanoya “Diyalog di nava koma çopê de” tev li Mihrîcana Arîn Bisk û Keziyên Aştiyê bûye.
Li gorî derfetan bi pêş dikeve
Der barê lawazbûna şanoyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Remadan got: “Hejmara şanoger û derhêneran û akademîsyanan kêm e. Di şanoyê de her yek li gorî derfeta xwe ya besît kar dike û xwe bi xwe bi pêş dixe.”
ANHA/KOBANÊ