Şanoya li ser mafê jinan

Yekşem 21 Mijdar 2021 - 23:18

  • Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an jinên Êzîdî xwe bi rêxsitin kirin. 

Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an jinên Êzîdî xwe bi rêxsitin kirin. Ew her sal ji bo 25’ê Mijdarê çalakiyên cuda li dar dixin. Îsal jî bi heman armancê ev çend roj in li Şengalê çalakiyan dest pê kiriye. Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî li bajarokê Sinûnê yê ser bi Şengalê şanoyeke kolanan li dar xist û bi rêya şanoyê bang li civakê û raya giştî kir da ku xwedî li mafên jinê derkevin.

Di çarçoveya van çalakiyan de li cadeya sereke ya Sinûnê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî, şanoyek organîze kir.

Koma Şano ya Navenda Çand û Hûner a Şengalê şano pêşkêş kir. Tê de nêzîkatiya civakê li hemberî jinê, her wiha rola jinê di malbatê de ka çawa ji aliyê zilamên serdest ve wek amûrekî tê bikaranîn, hate rexnekirin.

Herî dawî ji aliyê koma şanoyê ve zilma li ser jinê tê kirin, hate şermezarkirin û banga yekîtiyê li tevahiya jinên cîhanê hate kirin. Her wiha hat xwestin civak rê bide jinê da ku xwe bi rêxsitin bike, rê li ber zilmê û xwekuştina jinan bê girtin.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.