Şanoya Kurd guh nade qedexeyan

Sêşem 20 Sibat 2024 - 00:15

OMER AKIN / MA / ŞIRNEX

Lîstikvanê lîstika ‘’Qral û Travîs’’ Deniz Ozer û Şanoger Erdal Kaya li dijî qedexekirina lîstika ‘’Qral û Travîs’’ helwest nîşan dan û gotin bi qedexeyan wê nikaribin Şanoya Kurd asteng bikin û hewce bike ew ê li kuçe û kolanan lîstikên xwe bilîzin.

Qeymeqamtiya Şîşliyê beriya lîstik bi çend saetan bi çavnebariya li Kurdî lîstika Qral û Travîs qedexe kiribû. Her wiha beriya Şîşliyê li Dîlok û Agiriyê jî hatibû qedexekirin.

Dixwazin me çavtirsandî bikin

Lîstikvanê listika “Qral û Travîs” Denîz Ozer derbarê biryara qedexekirinê bi faşîzmê bi nav kir. Ozer, destnîşan kir ku di nava 2 mehan de lîstika wan 3 caran hatiye qedexekirin û wiha axivî: “Sedemên vik û vala diafirînin. Ji bo biryara qedexeyên hinceta nedana teksta listikê, nîşan dan. Heya niha min listikvaniya 400 lîstikan kir, li tu deran tişteke wiha nehat xwestin. Ev tenê ji bo qedexekirinê hincet in. Herî dawî li Şişliyê, berî saeteke derketina ser dikê, lîstik qedexe kirin. Bi van hincetan dixwazin bi qedexeyan me bitirsînin û pêşî li afirandina bi zimanê zikmakî, asteng bikin. Lê belê em ê li her derê bi zimanê xwe yê zikmakî ve şanoya xwe bidomînin.” 

Hewce be em ê li kolanan bin 

Ozer di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku li dijî qedexeyan bersiva herî baş xwedîderketin e û wiha pê de çû: “Tevî qedexeyan em ê nîşandana lîstikên xwe bidomînin. Eywanên şanoyê li me bigirin jî, em ê şanoya xwe bidomînin. Eywan tune bin, em ê li kolanan, li cadeyan, li malan lîstikên xwe bilîzin. Bijî şanoya bi kurdî.”

Em ê dev ji hunerê neqerin 

Şanoger Erdal Kaya jî li dijî qedexeyê helwest nîşan da û got, “Ev qedexe îro dest pê nekirî ye. Duh jî qedexe hebûn. Dibe ku sibê jî bidomin. Lê belê em şanoger û hunermendên Kurd, vî tiştî dibêjin; heke zimanê me, hunera me, şanoya me asteng bikin, sahneyan li me qedexe bikin, em ê jî li kolanan vê yekê bikin. Em ê dev ji zimanê xwe, dest ji hunera xwe bernedin.”  

Kaya bi domdarî destnîşan kir temaşevan piştevaniya xwe nîşanî wan didin û wiha pê de çû: “Ev jî me kêfxweş dike. Niha ne tenê kesên mezin, ciwan û zarok jî pir ji lîstikên me hez dikin. Dema ku mirov tên û bi zimanê xwe yê zikmakî  tiştekî temaşe dikin, kêfxweş dibin. Em jî li ser dikê kêfxweş dibin.” 

Şanoya Kurdî wê domdar be 

Kaya wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em jî li dijî van qedexeyan bisekinin. Ev qedexe nikarin hunermend û temaşevanan asteng bikin. Zimanê me, zimanê zikmakî ye. Em bi vî zimanî hatin dinê, em bi vî zimanî dijîn. Jiyana me çawa berdewam bike, wê şanoya bi Kurdî jî berdewam bike.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.