Şanonameyeke nû: Şîzo

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 24 Nîsan 2021 - 05:36

  • Şanonameyê 'Şîzo' derket.

‘Weşanxaneya Na’yê pirtûkeke şanonameyê ya bi navê “Şîzo” çap kir. Ev pirtûk lîstikeke bi Kurmancî ye û nivîskarê wê Peyam Îhsan e. Kesên şanohez dikarin pirtûkê ji Weşanên Nayê peyda bikin û bixwînin.

Nivîskarê Şîzo, Peyam Îhsan ji sala 2000’î ve xebatên şanoyê dike. Peyam heya niha di gelek warên şanoyê de wekî lîstikvanî, derhênerê lîstikê, şanoger û mamosteyê atolyeyê xebitiye.  

Peyam Îhsan, Şîzo wiha dide nasîn: “Şîzo bi navgîniya nakokiya di navbera sedem û hestê de rexneya desthilatiyê pêşkêşî me dike. Şîzo; zarok e, lîstik e, evîn e, hezkirin e. Frên e, hevnîr e, kevneşopî ye, dewlet e, rêgez e… Şîzo, di destpêka lîstikê de raketîye. Di berdewamiya lîstikê de dixweze rakeve lê nikare rakeve, an jî nahêlin rakeve. Yên ku dixwezin Şîzo rakeve jî raketineke li gorî xwe jê dixwezin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.