Saziyên çand, huner û şopandina rewşa zarokan bi rêya projeya ‘Şanogeriya Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ zarokên şanoger û komên şanoyê yên ji zarokan amade dikin. Di projeyê de de 200 zarok cih digirin.

Tevgera Çand û Hunerê Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan bi 12 komên zarokan re di Gulanê de dest bi projeya Şanoya Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di çarçoveya projeyê de perwerde hatiye destpêkirin.

Bi giştî 200 zarok tev li perwerdeyê bûne, pirraniya wan zarokên şehîdan in. Dersên ku di perwerdeyê de tên dayîn der barê bikaranîna deng, nefes û lîstikvaniyê de ne. Zarok dê çîrokên karekterên wan heywan (fabl) derxin ser dikê.

 

Perwerde 3 mehan didomîne

Der barê mijarê de endama Rêveberiya Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan Jûlya Xelo got, “Komên ku beşdar bûne ji Qamişlo, Kobanê, Helebe, navçeya Dêrik, bajarokê Rimêlan, Kampa Waşûkanî û herêma Şehbayê ne. Navendên ku projeya şanogeriyê lê pêk tên, li heman bajar û navçeyan in.”

Zarok fêrî bikaranîna deng û lîstikvaniyê dibin û li ser wan jî ezmûnan pêşkêş dikin.

Jûlya Xelo li ser armanca perwerdeya şanogeriyê ji zarokan re jî diyar kir ku ew hestên zarokan dewlemendtir dikin. Li şûna derbaskirina demên vala bi lîstikên zarokan û şanoyê, wan bêhtir nêzî civakê dikin û psîkolojiya nerênî ji ser zarokan radikin.

Jûlya Xelo da zanîn ku projeya Şanoya Zarokan dê 3 mehan dewam bike û di dawiyê de dê şahiyên zarokan li Kobanê, Şehba û Qamişloyê li dar bikevin.

ANHA/QAMIŞLO