Şandeya Şengalê li Rojava ye
Çarşem 8 Çile 2025 - 02:35
Şandeya Şengalê ku ji Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) pêk tê li seranserî Rojava serdana Mala Êzdiyan a Cizîrê kir. Şandeya ku ev du roj in li Rojava ye bê navber hevdîtin û serdanan dike herî dawî serdana mala Êzidiyan a Herema Cezîrî kir. Şande ji aliyê Hevseroka Mala Êzdiyan Nalîn Reşo ve hate pêşwazîkirin.
Êzidiyên ku ji Şehba û Efrînê ji neçarî koçber bûne bi rêya mala Êzşdiyan li gundên Êzidiyan hatine bicihkirin. Li gundê Berzan ê Girêdayî Herema Cizîrê derdora 30-40 malbatên Êzidî yên Efrîn lê hatine bicihkirin. Êzidiyên Koçber, mala Êzdiyan û şandeya Şengalê li mala Êzdiyan ya heremê li hev kom bûn.
Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo di serdanê de axivî û got:"Em Êzidî li ku bin em rastî êriş û neheqiyê tên. Destpêkê em weke civaka Êzidî ya Şengalê rastî fermanekê hatin û vê fermanê şahidî ji dîrokê re kir, ku civaka Êzidî ya Şengalê di çi şert û mercan de jiyan dikirin. Îro ew roj li me weke Êzidî dubare kirin. Ev dîmenên ku îro em rastî hatin heman rojên fermana sala 2014’an li bîra me anîn. Ti ferq û cudahiya wan ji hev tune ye. Dibe ku bi navên cuda dixwazin me tune bikin lê fikir û zihniyet heman tişt in. Êzidiyên me yên Efrînê heman tişta ku Şengal dîtin wan 2 caran dîtin. Lê em ji her kesî re didin diyarkirin ku wê kesek nikaribe me tine bike. Dibe ku em koçber bibin, dibe ku em di oxira wê de jiyana xwe ji dest bidin, lê wê tu kes nikaribe îrade û baweriya me teslîm bigire."
Êşa Êzîdiyan yek e
Berdevka TAJÊ Rîham Hico jî axivî û got:"Êşa me tevan yek e. Em hev hîs dikin, her êrişa li ser Efrînê em li ser Şengalê dibînin. Dibe ku ji we dûr in lê dil û mejiyê tevahî Şengaliyan li gel we û bi we re ye. Tişta ku ji destê me were em weke civaka Êzidî çi madî dibe çi manewî dibe em li pişta gelê xwe yê Efrînê ne. Bila tu cara hîs nekin ku koçber in ew li mala xwe ne. Em weke civaka Êzidî ya Şengalê jî di heman şert û mercan re derbas bûne. Êşa ku we dîtî me bi sala ew êş kişand, lê bi demê re ji bo me bû hêza xwe rêveberin û xweparastinê."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN