• Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, der barê dorpêça ku hikûmeta Şamê li ser wan ferz dike, daxuyaniyek da. 

ARÊF SILÊMAN / ANHA/HELEB

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, siyaseta birçîkirinê ya hikûmeta Şamê ya li dijî xwe şermezar kir û got, “Heke hikûmeta Şamê difikire ku bi vê siyasetê dikare me bişikîne, bi ser nakeve. Em ê bi rêveberiya xwe re bin û şopdarên rêya şehîdan bin.” 

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, der barê dorpêça ku hikûmeta Şamê li ser wan ferz dike, daxuyaniyek da. Endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mirî Şelebî li pêşiya navenda Meclîsa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li Şêxmeqsûdê daxuyanî da. 

Meclisê got, ji 20 rojan ve hikûmeta Şamê ambargo li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê ferz kiriye û nahêle xwarin, ard û sotemenî bikevin her du taxan. 

Meclisê îşaret bi tevna civakî ya niştecihên her du taxan kir û got, “Bi hatina Remezanê re û keysbaziya bazirganan kir ku civaka her du taxan a kedkar, xizan bibe. Li rex wan jî gelek koçberên ji şer revîne, hene. Nexasim koçberên Efrînê ku tax ji xwe re wek stargeheke ewle dîtin.” 

Meclisê got, ne cara yekê ye ku siyaseta birçîkirinê li ser her du taxan tê ferzkirin, di salên derbasbûyî de jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ambargo li ser wan ferz kiribû.

Firin naxebitin

Meclisê bi bîr xist ku li benda kontrolê, Firqeya 4`an ji 13`ê Adarê ve nahêle ard derbasî her du taxan bibe, ruxmî ku depoya ard a her du taxan vala bûye û ji 5 rojan ve firin nan napêjin.

Meclisê got, “Em siyasetên birçîkirinê red dikin. Heke hikûmeta Şamê difikire ku bi rêya vê siyasetê dê me bişikîne, bila piştrast be ku em bi rêveberiya xwe re ne û em ê şopdarên rêya şehîdan bin.” 

Meclisê di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û NY`yê kir da ku tedbîrên bilez bigire da ku rê li pêşiya rûdana karesteke mirovî bigire. Her wiha siyasetên ku bi awayekî yekser bandor li zarokan, nexweşan û kesên temenmezin dike, şermezar kirin.