- Hikûmeta Şamê niha li ser zêdetirî 216 hezar welatiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ambargoyê dijwar dike. Ev jî rê li ber azarên giran ên xelkê li her du taxan vedike.
Hikumeta Şamê dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji destpêka mehê ve giran kiriye û nahêle sotemenî, madeyên bingehîn û derman bikevin her du taxan. Me doh jî dabû zanîn ku Şamê li ser Şehbayê jî ambargo dijwartir kiriye û îşaret bi elaqeyeke muhtemel a hevdîtinên bi Enqerê re kiribû.
Hikûmeta Şamê niha li ser zêdetirî 216 hezar welatiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ambargoyê dijwar dike. Ev jî rê li ber azarên giran ên xelkê li her du taxan vedike. Ji ber ku gelek kes piştî dagirkirina Efrînê jî li van her du taxan bi cih bûn, êş û azara wan zêdetir bû.
Hikûmeta Şamê şer dike li dijî Efrîniyan
Ji ber ku hêzên ser bi Şamê di kontrolên rê de ambargoyê datînin ser her du taxên Kurdan ên Helebê û devera Şehba, mirov dikare bibêje, ew êrişî Efrîniyên penaber û koçber dike. Lewma li Helebê jî li Şehbayê jî bi pirranî xelkê ji Efrîna dagirkirî dimînin.
Ambargoya heyî, ne nû ye, di 20´ê Tebaxa 2020´an de yanî ji beriya zêdetirî 2 salan ve dewam dike.
Li gorî endamên rêveber ên Meclisa Giştî ya her du taxên Helebê, ev ambargo ji serê Tebaxê ve hatiye dijwarkirin. Ew dibêjin, ji ber nebûna sotemeniyê ku ji bo xebitandina jenetoran pêwîst e, ji 48 saetan ve elektrîk li ser her du taxan hatiye qutkirin, li kêleka wê jî ard û derman hatine qutkirin.
Ev yek bû sedema rawestandina gelek kargehên ku jêdera qûta bingehîn a welatiyên her du taxan in.
Depo vala dibin
Endamên rêveber dan zanîn ku eger girtina rêyan ji aliyê hikûmeta Şamê ve bidome, depoya yedek ji bo berdewamkirina xebatên nexweşxaneya yekane ya li taxê û firinan dê di hefteyekê de bi dawî bibe. Bi wê re dê krîzeke mirovî ya gefê li jiyana şêniyan dixwe, rû bide.
Hikûmeta Şamê bi rêya endamên Firqeya 4´an ambargoyê ferz dike û nahêle madeyên bingehîn bikevin her du taxan.
Hikûmeta Şamê bi armanca tengavkirina koçberên Efrînê û koçberkirina wan ji Şehbayê ber bi deverên din ve, ambargoya li ser kantona Şehbayê ya nêzî 5 salan jî, şidandiye. Şam vê yekê di demekê de dike ku rayedarên dewleta Tirk a dagirker behsa nêzîkbûna bi hikûmeta Şamê re dikin. Ji ber wê jî mirov şik û gumanê ji kirin û helwêstên hikûmeta Şamê dike.
Ji destpêka Tebaxê ve, hikûmeta Şamê nahêle ku mazot, derman û pêdiviyên tenduristiyê bikevin kantona Şehbayê jî.
Ambargoya hikûmeta Şamê li ser Şehbayê, bû sedem ku elektrîk rojane li şûna 7 saetan, tenê 4 saetan bê dayîn, her wiha ji ber wê yekê zirar digihêje karê xizmetguzariyê yê şaredariyan.
Li kêleka ambargoyê, hikûmeta Şamê polîtîkaya şerê taybet li dijî xelkê Efrînê yê penaber dimeşîne. Hêzên Şamê bi hêsankirina derketina ji Şehbayê hewl dide herêmê vala bike.
NAVENDA NÛÇEYAN