Şam revî Kurd man

În 22 Îlon 2023 - 03:11

  • Berdevkê Meclîsa Leşkerî a Minbicê Şervan Derwêş got, di êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de, leşkerên Şamê ji nuqteyên xwe reviyane, lê hêzên wan ev nuqte bi şer ji dagirkeran paqij kirine û ew niha temamê xeta bereyê kontrol dikin.  

ZANA DENIZ

Dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî êrişên xwe dewam dike. Vê dawiyê wê tevî El-Qaîdeya Sûrî HTŞ´ê êrişî Minbicê kir ku ji 2011´an ve xweşik diyar bûye ku stratejîk e.

Sedema êrişa dewleta Tirk a li dijî Minbicê jî ji ber vê stratejîkbûna cihê Minbicê yê cografî heye. Minbic ber bi rojhilat ve li ser rêgehên Tişrîn, Eyn Îsa û Dêrezorê ye. Yanî em behsa rêyeke heta bi Ebû Kemal û heta bi Mûsilê dikin. Li binya vê rêgehê jî Hesekê, Şedadê û Hol hene. Li başûr li ser rêgeha Reqayê û li başûrrojava jî li ser rêgeha Helebê ye. 

 

Bajarê kozmopolît

Minbic cihekî têra xwe kozmopolît e. Lê Çerkez, Kurd, Ereb û Turkmen bi hev re dimînin. Yanî modeleke piçûk a temamê Bakur Rojhilatê Sûrî ye. Berî di warê îdarî de ser bi Helebê bû. Qederê 30 kîlometreyan li rojavayê çemê Firatê ye. Îro weke bajar, navçeyên Ebû Qelqel, Ebû Kehef, Meskene û Xefsa ser bi Minbicê ne.

Tevî hewldanên dagirkeran jî, bajar 15´ê Tebaxa 2016´an ji DAIŞ´ê hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirina Minbicê ji çeteya DAIŞ´ê, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Minbicê veguherîn rûtînekê. 

 

Xwestin keysa xwe lê bînin

Dewleta Tirk a dagirker, piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” da dest pê kirin, xwest keysa xwe li rewşê bîne û bi rêya çeteyên xwe di erdê re êrişî Minbicê kir. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya Babê, Ceyş el-Suwar û Suwar Idlib, ev êriş şikandin.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwêş  li ser van êrişan ji me re peyivî. Wî got, êrişan hemwextî operasyona QSD´ê ya li Dêrazorê dest pê kiriye û armanc ew bû ku kaosê û bêîstîqrariyê çêkin. Şervan Derwêş got, “Dewleta Tirk, ji bo ku berê hêza operasyona li Dêrazorê bide aliyekî din, hemwext di erdê re êriş kir; lê belê hem li Dêrezorê û hem jî li Minbicê nekarî ya xwe bi dest bixe û bêgav reviya. Halê hazir li xeta bereyê ya li Minbicê, kontrol bi temamî di destê me de ye.”

 

Leşkerên Şamê reviyan

Ji ber lihevkirina dewleta Tirk û Rûsyayê, li ser xetên bereyê yên Minbicê, bi garantoriya Rûsyayê, leşkerên ser bi hikûmeta Şamê jî bi cih bûbûn. Piştî êrişa hêzên Tirk, van hêzan çeperên xwe berdan û reviyan. Şervan Derwêş got, şervanên wan bersiv daye dewleta Tirk û çeteyên wê û ev dever ji nû ve bi dest xistine: “Êrişên li dijî Minbicê 10 rojan bênavber dewam kirin. Em rewşa xwe ya li ser xeta bereyê diparêzin. Heta niha 52 kuştî û bi sedan birîndarên wan hene. Cenazeyên 5 endamên hêzên çete di destê me de ne. Ji bilî sîleh û cebilxaneyê, wan 9 wesaît jî li pey xwe hiştin, û reviyan. Li temamê bereyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên din ên di nava wê de cihê xwe digirin, bergiriya bajêr dewam dikin. Li wan nuqteyên ku hêzên rejîmê li wan çîz kir û ji wan vekişiyan, hêzên me hene. Tevahiya êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser vê xeta bereyê hatin pûçkirin.”

 

Bi cilûbergên eşîrançeteyên HTŞ´ê anîn

Şervan Derwêş careke din bi îhtîmam îşaret pê kir ku ew kesên li Minbicê êriş kirine, ne endamên eşîran bûne û wiha peyivî: “Ev hemû jî çawa ku xuya jî kir, HTŞ û çeteyên din ên ku dewleta Tirk destekê dide wan in. Van komên çete, xwestin bi navê eşîran li nava Minbicê jî tevlîheviyê çêkin. Wan xwest di ser hesabê hesasiyetên me û eşîran re kaosê çêkin. Lê piştî ku me di cih de bersiv da êrişên delweta Tirk, çeteyên wê cenazeyên xwe jî li pey xwe hiştin û reviyan.”

Şervan Derwêş got, ji ber van êrişan DAIŞ jî bi ser xwe ve tê û amadekariyên êrişan dike û li ser haydariya derbarê mijarê de jî wiha dipeyive: “Ya ku dike DAIŞ dewam bike, her derfetê dide wê jî dewleta Tirk e. Hêzên navneteweyî jî pirr baş bi vê dizanin, lê belê ji ber ku helwêstê nîşan nadin, dikin ku ev êriş dewam bikin. Bi sedan komkujerê di nava DAIŞ´ê de îro di nava komên çeteyên dewleta Tirk û HTŞ´ê de cihê xwe digirin.”

 

Çareseriya siyasî lazim e

Şervan Derwêş got, xelkê  Minbicê pîlanên kirêt hemû pûç kirine, û Rêveberiya Xweser jî li cem Meclîsa Leşkerî ya Minbicê cihê xwe girtiye: “Xelkê Minbicê li dijî êrişan di bereya herî pêş de wezîfeya xwe kir. Di kêliya pêşî ya êrişan de komeke mezin a ji ciwanên Minbicê tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn. Helwêsta eşîran û mezinên civaka Minbicê jî zelal bû. Ev ji bo me gelekî giring e.”

Şervan Derwêş got, siberoja gelên Sûrî tenê bi çareseriyeke siyasî dikare bê avakirin: “Civaka Navneteweyî û saziyên navneteweyî jî di navê de hîna ti hêzê îradeyeke ji bo çareseriyê nîşan nedaye. Em ê li bereyê bersiva lazim bidin êrişan ji bo parastina gelê xwe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.