Şam nahêle xelk vegere
În 2 Hezîran 2023 - 14:19
Hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên derxistina sûriyeyiyên li Sûdanê asê mane, dewam dikin. Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hikumeta Şamê seferên şîrketên balafiran ku pê re peyman îmze kirine, asteng dike.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser heta niha 369 welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Sûdanê vegerandine.
Daîreyê di daxuyaniya xwe de got, komîteyên taybet ên Rêveberiya Xweser hewl didin welatiyên li Sûdanê asê mane, bigihînin Qamişloyê, lê astengî mezin bûn û ew yek pêk nehat.
Şam propogandaya reş dike
Di daxuyaniya daîreyê de hate destnîşankirin ku rayedarên hikûmeta Şamê ji bo vegera xelkê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şertan ferz dike û propagandaya reşkirinê dike. Her wiha dîplomatekî Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê got, hikûmeta Şamê 2 seferên bêpere bi rêya şirketa ‘Ecnihet Şam’ pêk anîne û herî dawî jî 179 kes gihîştine balafirgeha Şamê.
Daîreyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku rastî berovajî wê ye, ji ber ku komîteyên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ava kirine, ev ger bi şirketa Ecnihet Şam ên taybet re pêk anîne da ku xelkê bigihînin balafirgeha Qamişloyê. Lê rayedarên hikûmeta Şamê nehişt şirket xelkê asê mane bigihîne Qamişloyê û ji bo propogandaya li ser rewşa mirovî ya xelkê sûriyeyî welatî li balafirgeha Şamê danîn. Her wiha seferên din ên şirketa ku bi Rêveberiya Xweser re li hev kiriye, qedexe kirin.
Daîreya Têkiliyên Derve di daxuyaniya xwe de got, “hikûmeta Şamê li pêş vegerandina welatiyan li herêmên xwe, dibe asteng. Divê hikumeta Şamê deriyên xwe ji bo vegerandina sûriyeyiyan veke.”
Di dawiya daxuyaniyê de daîreyê got, ew li hember xelkê li Sûdanê asê mane, girêdayî erk û berpirsyariyên xwe yên mirovî û exlaqî ne.
NAVENDA NÛÇEYAN