Salvegera komkujiya 27'ê Tîrmehê

Duşem 28 Tîrmeh 2025 - 03:00

Di 27'ê Tîrmehê de salvegera teqîna taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bû. Lê belê elkê bajarê Qamişloyê di 9 salan de bi berfirehkirina tora parastinê bersiva xurt da komkujiya 27'ê Tîrmehê.

Di 27'ê Tîrmehê de salvegera teqîna taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bû. Roja 27'ê Tîrmeha 2016'an li ser kolana Amûdê ku yek ji kolanên herî qelebalix ên bajar e, çeteyên DAIŞ'ê kamyoneke ku bi temqemenî hatibû barkirin, teqandin. Teqîn di demeke ku welatiyan li dikanan pêwîstiyên xwe distandin, pêk hat. Di encama êrişê de 62 welatî şehîd, 177 kes jî birîndar bûn.

Xelkê bajar her sal li cihê êrişê şehîdên xwe bi bîr tînin, bîranîna wan zindî dihêlin, birînên xwe derman dikin.

HPC sala 2014'an, HPC-JIN jî sala 2015'an hatiye avakirin. Li gelek taxan komîteyên wan hatine avakirin û kar dimeşînin. Piştî êrişa kolana Amûdê bi armanca ku hişmendiya parastinê li nav tevahiya gel de bê belavkirin, xebatên perwerde û rêxistinkirinê hatin kûrkirin.

Di vê çarçoveyê de li tevahiya tax û kolanan, komîteyên parastinê hatin belavkirin. Ji bilî şêniyên bajar, malbatên qurbaniyên êrişê jî di nav komîteyan de cihê xwe girtin.

Esma Îsa li taxa Xerbî cihê teqînê rûdine. Di dema êrişê de birayê wê Elaa Îsa şehîd bû, ew bi xwe, dayika wê, 2 xwîşkên wê û 2 zarokên birayên jî birîndar bûn. Esma niha di nava HPC de cih digire û tevlî parastina taxa xwe dibe. Esma Îsa  beriya teqînê jî li ser parastinê perwerde dîtiye, lewma li gel birîndariya xwe jî birîndarên din ên malbatê veguhestine nexweşxaneyê.

Efram Somê yê ji pêkhateya Suryan, ev 5 sal in di nava HPC`ê de cih digire. Dibêje ku wan xwe di demeke pêwîst de ku tê de hin alî dixwestin ewlehiya herêmê têk bibin, xwe birêxistin kirine.

ANHA/QAMIŞLO/SÎMA BIROKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.