Salvegera damezirandina PYD’ê
În 22 Îlon 2023 - 00:16
Çalakiyên pîrozbahiya salvegera 20'emîn damezirandina PYD'ê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.
Di vê çarçoveyê de PYD'ê şahiyek li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê li dar xist. Di şahiyê de bi sedan şêniyên Girkê Legê, Rimêlan, endamên saziyên sivîl, endamên Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Tevgera Jinên Ciwan, nûnerên partiyên siyasî û hêzên leşkerî beşdar bûn.
Bi sedan şêniyên Til Koçer, endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Tevgera Jinên Ciwan û nûnerên hêzên leşkerî û partiyên siyasî di şahiya ku li navenda Çand û Hunerê ya navçeyê hatibû lidarxistin de, beşdar bûn.
PYD`ê li hola navenda xwe ya bajarê Qamişlo jî civînek lidar xist. Di civînê de axaftin hatin kirin û civîn bi pêşandana sînevîzyonekê der barê kar û xebatên PYD`ê bi dawî bû.
Li navçeya Tirbespiyê jî damezirandina PYD'ê bi şahiyekê hate pîroz kirin. Di şahiyê de şêniyên navçeyê û endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdar bûn.
Li navçeya Çilaxa jî PYD'ê şahiyeke mezin li qada Geracê ya navenda navçeyê li dar xist.
Bi dehan şêniyên navçeya Til Birak, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî beşdarî şahiya ku nivîsgeha PYD'ê li navenda Çand û Hunerê ya rojavayê navçeyê li dar xistiye, bûn.
Bi boneya salvegera damezirandina PYD’ê, li Reqa, Minbic, Til Hemîs û Şedadê jî civîn û şahî hatin lidarxistin.
Li Kobanê jî salvegera 20’an a damezirandina PYD’ê bi coşeke mezin hate pîroz kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN