Li bajarê Elmanyayê Neussê, komên antîfaşîst çalakiyeke li dijî nijadperestiyê li dar xist.
Kanûna 1992´yan Elmanê bi navê Klaus Evert ê ku endamê koma nijadperest û faşîst Deutsche Liga für Volk und Heimat (DLVH) bû, ciwanê bi navê Şahin Çalişir ê koçber qetil kiribû. Di çalakiyê de Şahin Çalişir hat bibîranîn. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclisa Jinan Viyanê jî destek da çalakiyê.
Çalişir ê 20 salî ji bo biçe kar ji mal derketibû û erebeyekê dest pê kir da dûv wî û du hevalên wî yên di erebeyê de. Vê erebeya din kir ku ew qeza bikin. Çalişir xwestibû xwe ji cihê qezayê dûr bike, lê erebeyeke din lê dabû. Mehkemeya hatî vekirin, tenê ji ber "bi qisûr, bûna sedema mirina mirovekî" û "xistina tehlûkeyê ya ewlehiya çûnûhatina wesayîtan" Elmanê nijadperest dadgeh kiribû û tenê 15 meh ceza li wê birrîbûn.
Nijadperest Klaus Ebertz li hepsa lê ragirtî ji yên li dora xwe re gotibû, "êdî ew ê li holê negere" û bi vê yekê jî wî eşkere kiribû ku wî êriş pîlan kiriye.
Çalakgeran hem bêcezahiştina nijadperestê Elman û hem jî êrişên nijadperest rûreş kirin.
NEUSS