- Semta Ben û Senê ya Taxa Şehîtlîk a navçeya navendî Yenîşehîra Amedê di bin navê "veguherandina bajêr" de hat rûxandin.
DÎCLE MUFTUOGLU / MA/AMED
Semta Ben û Senê ya Taxa Şehîtlîk a navçeya navendî Yenîşehîra Amedê di bin navê "veguherandina bajêr" de hat rûxandin. Tê diyarkirin ku li dewsa taxê dê bi destê qeyûm "Baxçeyê Gel" ku projeyeke hilbijartinê ya AKP'ê ye, bê çêkirin.
Ji Komeleya Hunerê Wêneyê ya Amedê (DÎFAK) komek wênegir rûxandina li taxê tomar kirin. Aylîn Kizil, Ensar Ozdemîr, Refîk Tekîn, Tamer Pinar û Turkan Kiliç Pinar ku têkildarî rûxandinê xebateke wêneyan û belgefilmê da destpêkirin. Komele bi vê yekê hewl dide jiyana berê ya taxa “Ben û Sen”ê tomar bike.
Derhêner Ensar Ozdemîr û wênegir Tamer Pinar ku rûxandina li Ben û Senê tomar kirin, dibêjin, armanca wan belgekirina zilma li Ben û Senê ye: "Wêne polîtîk e."
Ozdemîr, dibêje, gava ku wan dest bi vê xebatê kiriye, wan dizanibû hêzeke wan a ku karibe pêşî li ber vê bigire tine ye: "Tişta em dikin, belgekirin û parastina bîr û fafizeya taxê ye. Heger siberojê, pergala hiqûqê bixebite, qet nebe bila bibêjin, li vir ev tişt qewimîne. Heger ez li civakeke hîn demokratîktir bûma, ez ê ji bo wêneyan li ser tiştekî din bixebitiyama. Lê heger li cihê tu lê, pirsgirêk hebin, mecbûr tu tiştên li wir diqewimin dikî belge."
‘Wêne polîtîk e’
Tamer Pinar jî dibêje, armanca wan bi berhevkirina belgeyan çêkirina bîrekê ye: "Li gorî min wêne polîtîk e. Huner bi xwe divê polîtîk be. Du salan min wêneyên kuçe, derî û paceyan girtin. Me got, bila di destê me de qeyd hebin, envanter hebe. Evqas zilm û pirsgirêk hene. Armanca me wênegiran jî komkirina belgeyan e. Sibe, heger tiştek bibe, em ê bibêjin a ji te re va di dest me de ev belge hene. Ez berpirsiyariyê hîs dikim û diêşim. Madem ez wênegirin, nexwe divê ez vê bikim. Heger min tiştek nekira, ez ê bi vê yekê pirr biêşiyama.”