Rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 sêwiyên çeteyên DAIŞ´î yên Rûs dan heyeta Rûs da ku wan li welatê wan vegerîne. 

Rayedarên Rêveberiya Xweser got, "Bîst zarokên welatiyê Rûs yên li kampa Roj hatine teslîmkirin. Emrê wan ji 3 ta 16 salî ye û siheta wan baş e." Wan got, heta niha wan 205 kes teslîmî Rûsyayê kirine. 

Nîsana bihurî Rêveberiya Xweser 34 zarok vegerandibûn Rûsyayê. 

Îna bihurî rayedarê karên derve yê Rêveberiya Xweser Abdelkarim Omar bang kiribû ji bo alîkariya navneteweyî da ku navendên rehabilitasyonê û perwerdeyê ji bo zarokên çeteyên DAIŞ´ê ava bikin. 

Li aliyê din, Fasê qebûl kir ku malbatên çeteyên DAIŞ´ê yên Fasî ji Sûrî û Iraqê vegerin. Li gorî malpera Barlamana.com dibêje, çavkaniyên pêewle yên ji nava hikûmetê gotine, jinên çeteyên DAIŞ´ê yên Fasî yên li kampên li Hol û Rojê wê veguhezînin Fasê. Çavkaniya malperê dibêje, hejmara van çeteyan 671 e, 280 jin û 391 zarok in.

FRANKFURT