Rojnamevan Ersîn Çaksû di analîzeke xwe ya li ser Eyn Îsayê de balê dikişîne ser bazarên di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de û dibêje, “Dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî Girê Spî kiribû. Di 17’ê Cotmeha 2019’an de jî bi DYE’yê re peymana Enqereyê û di 22’ê Cotmeha 2019’an de jî bi Rûsyayê re peymana Soçiyê îmze kiribû. Tevî van peymanan jî êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.”
Çaksû êrişên hefteya dawî li ser Eyn Îsayî zêde bûne bi bîr dixe û piştî ku garantoriya Rûsyayê ya ji bo agirbesta li Soçiyê hatiye misogerkirin destnîşan dike, dibêje, “Rûsya di navbera Bakur û Rojhilatê Sûrî û dewleta Tirk de lîstikan dike.
Rayedarên Rûs beriya êrişan bi QSD’ê re rûniştibû û gotibû, heke Eyn Îsa di warê leşkerî û îdarî de dewrî rejîma Şamê neyê kirin wê dewleta Tirk êriş bike.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên dîplomatîk dane ANF’ê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotiye, “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeyekî Sûriyeyê ye, ji bo çareseriyeke mayînde ya bi hikumeta Şamê re ew alîgirê diyalogê ne, Rûsyayê qewlên xwe yên berê bi cih neaniye” û gotiye ku ew vê siyaseta şantajê qebûl nakin.”
Avakirina bendên çavdêriyê
Çaksu diyar dike ku rojek piştî hevdîtinê, dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî Eyn Îsayê kirine û hêzên QSD’ê jî li ser esasê xweparastinê li ber xwe dane; derbên giran li wan dane û çeteyan bi rêya Rûsyayê û bi saya ‘agirbesta mirovî’ ya ku ji QSD’ê xwestibûn, karîne cenazeyê xwe rakin. Çaksû vê pêvajoyê jî weha tîne ziman: “Piştî zextên Rûsyayê û redkirina Rêveberiya Xweser a van zextan, êrişên çeteyan û berxwedana QSD’ê, di 10’ê Kanûnê de rayedarên leşkerî yên Rûsya, QSD û hikumeta Şamê, li Eyn Îsayê civînek kirin û ji bo şopandina agirbestê biryar stendin ku du heb jê li rojavayê bajêr û yek jî li rojhilatê bajêr 3 bendên çavdêriyê bêne avakirin. Du roj piştî avakirina bendên çavdêriyê komên çeteyan ên dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî bajêr zêde kirin. Gundên Celbê û Mişerfa yên li rojhilatê bajêr bûn hedef. Dewleta Tirk bi çekên giran piştgirî da êrişan û komên çeteyan ên Sûltan Mûrad, Hamza Tumenî, Ehrar El Şerqiye û Suleyman Şah tevlî êrişan bûne.
Artêşa Tirk ji ezman ve piştgiriyê dide çeteyan, Rûsya ya ku garantora agirbestê ye û hêzên hikumeta Şamê ya li herêmê jî li şer temaşe dikin.”
Di navbera Eyn Îsa û Idlibê de
Çaksû di çarçoveya van bazarên qirêj de pêşbîniya rewşê dike û dibêje, “Tirkiye û Rûsya wê başûrê Îdlîbê (bakurê Lazkiyeyê) ji çeteyan paqij bikin û teslîmî hikumeta Şamê bikin. Li gorî şertên peymana agirbesta li Îdlîbê ya ku di 5’ê Adara 2020’an de hatibû kirin, Rûsyayê ji dewleta Tirk xwestibû ku herêmên Cebel Zawiye û Seyh El Gab ên li bakurê Lazkiyeyê were teslîmkirin lê dewleta Tirk di vî warî de xwe giran dike. Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji çavkaniyên ewlekariyê wergirtiye, di meha Îlonê de piştî hevdîtina li Enqereyê ya di navbera heyetên Tirk û Rûs de, Rûsya zêde zextê li dewleta Tirk dike.
Bi êrişên li ser Eyn Îsayê re, bomberdûmana Rûsyayê ya li ser Cebel Zawiye, Seyh El Galib jî balê dikişîne. Li gorî çavkaniyan rayedarên Tirk ji rayedarên Rûs re gotine ku ‘Ev herêm di bin kontrola Hurras El Dîn û Partiya Îslamî ya Turkistanê de ye, dijwar e ku di demeke kurt de encam were stendin.”
NAVENDA NÛÇEYAN