• TEV-DEM: Daxuyaniyên cihgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê yên hemwextî civîna Astanayê yên li dijî Rêveberiya Xweser, siyaseteke xeternak e û ji dewleta Tirk a dagirker re peyamek e ku komkujiyên dîtir li dijî gelê me û vîna wî pêk bîne.

Êrişa pêr a li dijî hevserokên Meclisa Kantona Qamişloyê bû sedema nerazîbpneke mezin li nava civaka Bakur û Rojhilatî Sûrî û tevahiya miletê Kurd de. Di nerazîbûna xwe de aliyên Kurd bêdengiya beramberî komkujiyên li dijî siyasetvanan rûreş kir û got, ew dibin sedem ku ev êriş dewam bikin. TEV-DEM´ê jî daxuyaniyên Rûsyayê yên têkildarî Rêveberiya Xweser weke xeternak bi nav kirin û got, ev daxuyanî peyamek bûn ji bo Tirkiyeyê da ku komkujiyan bike.

Pêr balefira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Tirbêspiyê-Qamişloyê wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma şehîd bûn. Hevserokê Meclisa Kantonê, Gabî Şemûn jî birîndar bû.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand û îşaret bi bêdengiya li hember êrişên dewleta Tirk kir. Wê bal bire ser daxuyaniyên Rûsyayê yên têkildarî Rêveberiya Xweser û da zanîn ku ev nîşaneyên siyasî yên xeternak in û ji bo dewleta Tirk a dagirker peyamek e da ku komkujiyên din bike.

TEV-DEM´ê got, “Hedefgirtinên bênavber ên bi balafirên bêmirov, balafirên şer û topbaranên li dijî welatiyan, li gel nezelalbûna helwêsta dewletên têkildarî rewşa Sûriyeyê û agirbestê, nîşan dide ku çavkanî, biryar û helwêsta wan hevbeş e. Nîşaneya li ser vê yekê daxuyaniyên cihgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê yên hemwextî civîna Astanayê ya 20′an li dijî Rêveberiya Xweser dane. Ev yek siyaseteke xeternak e û ji dewleta Tirk a dagirker re peyamek e ku komkujiyên dîtir li dijî gelê me û vîna wî pêk bîne.

Armanca komkujiya li gundê Til Şeîr, ew e ku rola bibandor a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmê lawaz bike, vîna civaka hevgirtî têk bibe, nirx û bingehên pergala demokratîk reş bikin.”

 

Beyannameya çareseriyê sabote dikin

TEV-DEM´ê sersaxî xwest ji gelên herêmê û malbatên şehîd Yusra Derwêş, Lîman Şiwêş û Firat Tûma re û got, “Em ê li ser şop û felsefeya wan bimeşin û nirxên wan biparêzin. Ji hevrê Gabî re jî em şîfayê dixwazin.

Dijminên vîna gelan astengiyan datînin pêş beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye. Lewma divê bi hemû nirx û prensîbên berxwedanê ve ji her wextê zêdetir dilsoz bin û destketiyên xwe biparêzin. Ji ber ku parastina destketiyên şehîdan, misogeriya bawerî û serketina li dijî her êrişê ye.”

 

Lazim e hûn Tirkiyeyê bisekinînin

Nûnera Rêveberiya Xweser a li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Sînem Mihemed jî got, “Êdî bes herêmê bêîstîqrar bikin. Civaka navneteweyî lazim e êdî zend û bendan bade da ku Tirkiyeyê bisekinîne û nehêle bibe tehlûke ji bo ewlehî û îstîqrara herêma me. Binpêkirinên mafên mirovan tevî bêdengiyeke dijwar dewam dikin.”  

 

5 rojan piştî salvegera Seyfo

Yekîtiya Suryaniyan li Ewrûpayê (ESU) daxwuyaniyek da û got, êrişa dewleta Tirk a li dijî hevserokên Kantona Qamişloyê şermezar kir. ESU´yê bi bîr xist ku êrişa bi drona bi sîleh, li dijî wesaîteke sivîl a rêveberiya sivîl hatiye kirin û tenê 5 rojan piştî çalakiyên bibîranîna qirkirina Seyfo de êriş pêk hatiye. ESU´yê bi bîr xist ku herêm ji bo gelek hindikahiyan bûye starek û êrişên dewleta Tirk a dagirker ji bo xirakirina vê starê ne. Wê êriş her wiha weke dema Seyfo jî nirxand û got, Herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûrî heta roja îro ji bo ti hêz, herêm û dewleta cîran nebûne tehlûke û êrişî wan nekirine. ESU´yê ji civaka navneteweyî, Lîga Ereb xwest da ku bang li Tirkiyeyê bidin ji bo ku êrişên xwe tavilê rawestîne. ESU´yê bi bîr xist ku ajokerê wesîta hevserokan Firat Tûma ji civaka Xirîstiyan a Kildanî bû û hevserokê Kantonê Gabî Şemûn jî di êrişê de birîndar bûye. Wê sersaxî ji miletê herêmê hemûyî re xwest û berpirsiyariya exlaqî ya civaka navneteweyî bi bîra wê xist da ku êrişên dewleta Tirk bisekinîne. 

 

NATO dilê Tirkiyeyê bi destûra komkijiyan xweş dike

Pisporê Rojhilata Navîn ê Civaka ji bo Gelên di Tehlûkeyê de (GfbV) ji navenda xwe ya li bajarê Elmanyayê Goettingenê êrişa dewleta Tirk rûreş kir û got armanca dewleta Tirk ew e ku Kurdan û çendek Suryanî, Ermenî, Êzîdî û hindikahiyên din ên mane jî ji herêmê bike der: “Endamê NATO´yê Tirkiye ji bo ku êrişî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bike, hewcedarî alîkarî û yan tehemula rejîma Sûrî, dewletên Îran û Rûsyayê ye. Ew vê dike da ku karibe heta mumkin e gelek Kurdan û Ermenî, Suryanî, Chiristiyan û Êzîdiyên li herêmê mane bike der. Pirraniya Kurdan û gelek hindikahî li pêşiya projeya Erdogan a Îslamî asteng in; lewma Tirkiye dixwaze dagirkeriya xwe ya li Sûrî berfirehtir bike. Rejîm, Îran û Rûsya jî dixwazin ji van mirovan xelas bibin. DYE ya ku eskerên wê li deverê hene, naxwazin yan jî nikarin Kurdan ji êrişên dewleta Tirk biparêzin. Lewma Erdogan hevgirekî NATO´yê ye û ew dixwazin kêfa wî xira nekin, berdêla vê jî Kurd didin”.

 

Di 21 êrişan de 30 şehîd

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya DYE´yê, Matthew Miller daxuyaniyeke ne zelal ûş ecêb da û got, “Ji ber nûçeyên li ser şideta van rojên dawiyê zêde dibe li Bakurê Sûriyê em bi fikar in û em bang li aliyan hemûyan dikin da ku şidetê kêm bikin û îstîqrarê biparêzin.”

Ji ber ku tenê dewleta Tirk êriş dike û di van êrişên xwe de aliyên sivîl ên Rêvebeirya Xweser û xelkê herêmê dike armanc, vê daxuyaniya wezareta karê derve ya Emerîkî kir ku nexasim jî parazvanên mafê mirovan û rojnamevan nerazî bibin. Ev êrişên li dijî rêveberiyên sivîl di heman demê de li gorî hiqûqa navneteweyî sûc in.

Ji destpêka salê ve di 21 êrişên bi dronan ên dewleta Tirk a dagirker de 30 welatî şehîd bûn û 17 jî birîndar bûn.