Rûs û Tirk ji bo êrişan li hev dikin

Sêşem 16 Tebax 2022 - 21:21

  • Şamî da zanîn ku hebûna hikûmeta Şamê li cihên tên topbarankirin li pêşiya êrişên dewleta Tirk nebûye asteng.

Ji pêr bi şev ve artêşa Tirk a dagirker bajar û gundewarên bajarê Kobanê, gundên navçeyên Dirbesiyê, Til Temir û Zirgan yên kantona Hesekê, navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo û gundên navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê ya dagirkirî bê ser û ber topbaran dike. 

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî, derbarê van êrişan û îdiayên dewleta Tirk a dagirker ku dibêje QSD`ê êriş biriye ser wan, axivî. Şamî da zanîn ku hebûna hikûmeta Şamê li cihên tên topbarankirin li pêşiya êrişên dewleta Tirk nebûye asteng.

Ferhad Şamî got, dagirker ev hefteyeke xwe ji bo êrişeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade dikin û got: “Amadekariya êrişeke bi obûs û tank û topan dikirin. Ji lew re dewriyeyên wan bi Rûsan re ev zêdetirî 15 rojan e ku hatibûn sekinandin.”

Şamî got, li hemberî êrişan hêzên wan wê bêdeng nemînin: “Beriya niha jî me gotibû, ti êrişa dewleta Tirk a dagirker wê bêbersiv nemîne. Yek ji armanca wan ew e ku sivîlan bidin koçberkirin. Ji bo wê jî em bang li gelê xwe dikin da ku her kes di cihê xwe de be. Ji sedî sed ev êriş wê di çarçoveya parastina rewa de bên bersivandin.”

Ferhad Şamî her wiha bal bire ser hebûna hêzên Rûsya û hikûmeta Şamê li cihên hedef: “Li herêmên hedef ên wekî rojavayê Kobanê, gelek nuqteyên çavderiyê yên Rûsan hene. Bêdengiya Rûsyayê jî helbet cesaretê dide dewleta Tirk. Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker lidarketina civînên xwe yên îstixbaratê bi hikûmeta Şamê re radigîne, ev êriş pêk tên. Ev jî cihê guman û pirsê ye.” 

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.