Şêwekar Florian Nicolle dema portreyên xwe çêdike, ew ji dîtbariya fîzîkî ya modelên xwe wêdetir li tiştekî dihizire. Ew bi van portreyên xwe yên nîvco ku rûyê modelên xwe vedişêre, dixwaze ruhê wan yê veşartî nîşan bide.

Florian Nicolle bi şêwaza dijîtal portreyên xwe çêdike ku hinekî ji dişibin îllûstrasyonan. Ew bi vê şêwaza xwe, nihêrîneke nû peyda dike di warê resmên portreyî de. Wê heta niha ji bo şirketên mezin ên weke Puma, Nike û NBA´yê jî gelek tişt sêwirandine. Lê ji xeynî van karên wê yên weke siparîş, ew bi portreyan jî dadikeve û bi awayekî dilsoz portreyan xêz dike.

Florian Nicolle dibêje, “Heta ji min tê ez kêm tiştan xêz dikim li ser tabloyan, ji lewre dixwazim ruhê fîgûran nîşan bidim. Ez jî di nav rastiyê de li ahengekeke têkûz digerim.” Portreyên wê yên ku bi şêwazekî nûjen hatine çêkirin û li ruhê fîgûrên xwe dikolin, dikin ku bîner bi wan re têkiliyekê ava bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN