Ruh û muzîka wan zindî dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 8 Tebax 2023 - 13:35

  • Wênegira bi navê Amy Corson hewl dide ji tiştên bêkêr ên avêtî berhemên nû biafirîne. Ji bo vî tiştî wê kasetên jibîrçûyî kiriye malzemeyê hunerê xwe. Wê bi kasetên kevn gelek portreyên muzîkjenên navdar çêkirine. Bi vî awayî ruhê muzîka wan ji nûve zindî dike û tîne bîra xelkê.

Gelek aval hene ku piştî demekê nayên bikaranîn. Nexasim jî teknolojî ku her roj bi pêş dikeve tiştên nû diafirîne û bi vî awayî hin alavên berê kevn dibin û nayên bikaranîn. Tenê li hin dikanên antîkfiroşan mirov dikare wan alavên kevn bibîne. Yan jî di koleksiyona hin kesan de, ew kesên ku li hember teknolojiyê radibin û wan alavên kevn bikartînin. Kasetên teyiban jî ji weke gelek alavên din demekê pirr popûler bûn, lê bi wextê re di warê muzîkê de gelek tişt derketin holê û her çû ev kaset ji holê rabûn. Niha jî di vê serdema dijîtal de nema kes guh dide kasetan an jî teyiban. Înternet her tiştî hêsantir kiriye û bi awayekî hazir tîne ber destê xelkê. 

Lê ji bo hin kesên afirîner ev alavên ku kevn dibin û nayên bikaranîn werdigerin amûrên hunerî.  Wênegira bi navê Amy Corson bi wan bandên manyetîk ên reş ku di hundirê kesetan de ne portreyên muzîkjenên navdar çêkirine. Di koleksiyona van portreyên wê de gelek fîgûrên muzîkê hene ku ew ji hêla gel ve hatine hezkirin. Weke nimûne wê bi van kasetan portreye John Lennon, Doly Parton, Bob Dylan, Bob Marley, George Harrison û her wiha yên gelekê din çêkirine. Amy Corson beriya deh salan dest bi vê projeya xwe kiriye. Wê ji bo vê projeya xwe got; “Rojekê min li mal paqijî dikir û min dît ku di dolaba min de gelek kaset hene. Mixabin êdî teybeke min tinebû ku ez li wan guhdar bikim. Lê ez li ser van kasetan hizirîm û min got ka ez dikarim wekî din wan çawa bikarbînim. Ev meraka min kir ku ez bi van kasetan portreyên muzîkjenan çêbikim.”

Tenê hinek zemq û meqesek 

Amy Corson cara ewil portreye Bob Dylan çêdike. Kasetê bi navê “Blood on the Tracks” yê Bob Dylan îlhamê dide projeya wê û bi vî awayî porê gangilokî yê Bob Dylan tê bîra wê û du rojan hewl dide bi kasetên wî portreyekî Bob Dylan çêbike. Wê ji bo vî karî tenê hinek zemq û maqesekê bikaraniye wekî din hemû sêwirandin bi destan hatine çêkirin û malzemeyekî din nehatiye bikaranîn. Kasetê her hunermendekî têrê kiriye ku portreyekî ava bibe. Amy Corson bi vî awayî gelek kasetên din jî ji arşîva xwe derxistiye û portreyê Bruce Springsteen, Jerry Garcia û Merle Haggard jî çêkiriye. 

Taybetmendiya muzîkjenan jibîr nekiriye

Amy Corson bi bandên manyetîk ên di hundirê kasetan de jidil jî portreyên hunermendan ên xweşik çêkirine. Wê dema ev portre çêkirine hin taybetmendiyên hunermendan ji jibîr nekiriye. Mînak wê îmzeya Willie Nelson û rastayên Bob Marley pirr xweşik teswîr kiriye. Her wiha cilûbergên Elton John jî pirr xweşik sêwirandiye. Yanî wê di vê projeya xwe bîra taybetmendiye hunermendan jî biriye û li wê gorê portreyan şirove kiriye. Ji lewma projeyeke resen e û fikreke afirîner e ev portreyên ku Amy Corson çêkirine.

Muzîk û ruhê wan zindî dike

Amy Corson di derbarê muzîk û afirîneriya hunerî de got; “Ev hewldana min ji hezkirina min tê. Muzîk jî weke hunerên din dilê mirov geş dike û mirov ji bêtevgeriyê xelas dike. Ji lewma jî muzîk pirr bi hêz e. Ez jî muzîk û hunerê bi hevre, bi awayekî afirîner şirove dikim. Tiştê ez dikim ev e.” Beriya ew portreyekî çêbike pêşî li ser kaxez xêz dike û dû re dest bi karê xwe dike. Dema ew portreyê hunermendekî çêdike li muzîkên wî jî guhdar dike. Bi vî awayî ew peyam û ruhê wan hunermendan ji nûve zindî dike.

Dê portreyên lîstikvan û derhêneran jî çêbike

Amy Corson difikire ku ji bo vê projeya xwe hin malzemeyên din jî bikarbîne. Ew difikire ku filmên di hundirê kamerayên 8mm jî bikarbîne û bi van filman porteryê lîstikvan û derhêneran çêbike. Amy Corson got; “Ez hez dikim tiştên bi vî awayî biafirînim. Tiştên ku xelk guh nade wan û bêkêr dibînin ji bo min bi nirx in. Ez ji wan tiştên bêkêr tiştên bi nirx ava dikim. Erê, destpêkê min bi kasetan ev proje pêş xist lê niha tiştên din jî hene ku ez li ser difikirim. Ez ê portreyê lîstikvan û derhêneran jî çêbikim. Ez dibêjim ev fikra min jî fikreke resen e û dê tiştekî baş jê derkeve.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.